Gola Çildirê ku di nava sînorê Kars û Ardahanê da ye, qerimî û zarokan li ser paten kir.
Gola Çildirê ku li Rojhilata Anadoluyê gola herî mezin a duyemîn e û 45 kîlomêtro dûrî Ardahanê ye, rûyê wê zivistanê bi temamî diqerime û qerma wê cî bi cî dertê 30 santêmî.
Xwendekar li ser pîsta cemedê ya siruştî ku li texma Tesîsan 200 mêtreqareyî pêk tê, civiyan û li ser cemedê paten kirin.
Bi pêşengiya Antrenora patena cemedê Leyla Yilmaza ku di Midûriya Bajêr a Ciwanî û Sporê da wezîfedar e, 15 werzişvan nîv saetê li ser qola qeşagirtî paten kir.
Qaymeqamê Çilidirê Alper Taş got, Gola Çildirê ne tenê ji bo Erdexan û herêma wê, ji bo turîzma Tirkiyeyê cihekî girîng e.
Taş diyar kir, ji bo danasîna golê û herêmê, wan li ser gola ku rûyê wê qeşa girtiye, pîsta patena cemedê çêkir û wiha dewam kir:
"Em dixwazin ku sporên bi vî rengî li van deran xurt bikin. Ji bo vê jî me bi patena cemedê va dest pê kir. Gol bi temamî qerimî ye û me xwest ku em vê derê binirxînin. Me ev gav îro avêt û wê dewam bike."
Leyla Yilmaza mamosteya patena cemedê jî got ku ew bû heyrana Gola Çildirê.