"Gotina gel a di navê CHPyê de ji bilî xesbkirina navê gel tiştekî din nîne"

Serok Erdoğan li Aydın'ê di mitîngê de bangî gel kir....

"Gotina gel a di navê CHPyê de ji bilî xesbkirina navê gel tiştekî din nîne"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdoğan li Aydın'ê di mitîngê de bangî gel kir....

ji axaftina Serok Erdogan:

"Ez bangî we dikim ku hûn li Robarê Menderesê xwedî derkevin. Xwediyên her tesîsên ku bermayiyên xwe diavêjin Robarê Menderesê divê bizanibin ku dahatûya ewladên xwe bi xwe qirêj dikin. Ez ji hemû saziyên me dixwazim ku hember vê mijarê bêtir hesasiyetê nîşan bidin."

"(Avahiya li Kartalê hilweşiya) Heke veguherîna bajêran bûya, ev biplan bûna, avahiyên qaçax nebûna ma dê ev bihatana serê me? Êdî sebra me nema. Di serî de şaredariyên me em ê bi Wezareta xwe ya Hawirdor û Bajarvaniyê bi hev re xebateke giran bikin. Piştî ku enqaz bi temamî hat rakirin wezaretên me yên Karên Navxweyî, Edalet û Tenduristiyê em hemû dê bên bal hev û çalakiyeke çawa bikin, rapora serdozger da me bistînin û li gor vê jî pêngavên xwe biavêjin. Lê ev pêngav dê bibiryar bin."

"Heke firsendê bibînin û hevsaran bigirin destê xwe wekî fîlê ku ketiye dikanê zucaciyeyê dê her tiştê bişkînin û xira bikin, dê vegerin Tirkiyeya berê."

"Gotina gel a di navê CHPyê de ji bilî xesbkirina navê gel tiştekî din nîne. Ev partî êdî tenê partiya Kiliçdaroglu û awaneya wî ye."

"Şûna ku piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêkên aboriya Tirkiyeyê hema bêje ji bo welêt topê biavêje derdikevin diaya qeyranê"

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE