Alîkarê Serokomar Fuat Oktay der barê gotinên Serokomara Yewnanistanê Katerîna Sakellaropoulouyê da ku ji bona Tirkiyeyê gotibû "dagirker" wiha got: "Ji bona meseleya Qibrîsê çarser bibe divê Yewnanistan dev ji Megalo Îdeaya xwe berde. Ji ber ku rewş wiha ye gotinên Serokomara Yewnanistanê hewldana propagandayeke bêwate û komîk û provokasyon e."
Fuat Oktayê daxuyanî da û der barê daxuyaniyên Serokomara Yewnanistanê Katerîna Sakellaropoulouyê da axivî.
Alîkarê Serokomar Oktay ji bona daxuyaniya Serokomara Yewnanistanê ya li ser 'dagirkeriyê' wiha peyivî: "Gotinên wê hewldana propagandayeke bêwate û komîk e û provokasyon e."
Oktay diyar kir ku heger Rûm-Yewnan rastiyan bibînin û ji bona hevdîtinên li ser çareseriya du dewletên desthilatdar amade bin Tirkiye wê piştgiriyê bide.
Fuat Oktay got ku heger Serokomara Yewnanistanê di dewsa şer da ji dil helwesta lihevkirin û aştiyê nîşan bide wê ev ji bona berjewendiyên welatê wê, rêvebiriya Rûman û hemû herêmê baş be.AA