Graham:“YPG, baskê Pkk’ê ye”

Graham: Delîlên eşkere hene ku têkiliya YPG’ê bi PKK’ê re heye

Graham:“YPG, baskê Pkk’ê ye”

Senatorê Emerîkayî Linsdey Graham di civîna çapemeniyê de daxuyaniyên girîng dan. Graham got; ypg baskê pkk’ê ye û têkiliya wan bi hev re heye. Divê em tirkiyê biparêzin û wê pirsgirêka ku me li sûriyê li serê tirkiyê vekir, em çaserer bikin.

Graham di civîna çapemeniyê ya li Enqereyê de axivî û got; divê em wê pirsgirêka ku me li serê Tirkiyê vekir çareser bikin.

Her wiha diyar kir ji bo ku YPG ji Tirkiyê were dûrxistin xebateke sererkanê Emerîkayê Dunford heye.

Senetorê Emerîkayê derbarê YPG/PKKê de jî daxuyanî da û got têkiliya YPGê bi PKKê re heye.

Graham derbarê vekişîna Emerîkayê ya ji Sûriyê de jî axivî, graham got heke Emerîka niha demildest ji wir vekişe wê şerekî din î mezin dest pê bike.

Diyar kir ku wê ji bo ewlehiya Tirkiyê herêma ewle were avakirin.

Her wiha Graham ji bo nexşeriya minbicê jî got “ ji bo rojhilatê firatê herêma tampon dibe, divê em pêvajoyê baş bi rê ve bibin..

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 13:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE