"Guherîna darazê li gor hesasiyetên wijdana kamuyê hatiye amadekirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Guherîna nû ya darazê ji xeynî pirsgirêkên sepandinê li gor hesasiyetên gelê me û wijdana kamuyê hatiye amadekirin."

"Guherîna darazê li gor hesasiyetên wijdana kamuyê hatiye amadekirin"

Erdogan piştî ku guherîna înfazê ya nû li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin daxuyanî da.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku guherîna nû ya darazê ji xeynî pirsgirêkên sepandinê li gor hesasiyetên gel û wijdana kamuyê hatiye amadekirin û got ku ev verastkirina ku di Lijneya Giştî da hat qebûlkirin nûjeniyên zehf girîng dihewîne.

Erdogan diyar kir bi verastkirina nû ya înfazê va xwestine ku şixulandina pergalê hem ji bo mexdûran û hem jî ji bo sûcdaran adiltir bikin.

Serokomar Erdogan got ku ez Stratejiya Reformê ya Darazê wek xeleke girîng yê vê pêvajoyê dibînim.

Erdogan destnîşan kir dixwazim bêjim ji bo girtî û mehkûmên ku di girtîgehan da ne, seba parastina wan a ji şewbê hemû tevdîr hatine hildan û wiha dewam kir: "Ji bona însanên ku heq, can û tenduristiya wan emanetî dewletê ne bi vê şewbê nekevin her tevdîr tên hildan."

Serokomar Erdogan diyar kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî birêvabirin û karkirina saziyên înfaza cezayê, gav hatine avêtin û wiha got: "Di qonaxên înfaz û serbestiya bikontrol da ji bo komên weke zarok, kal û pîr, nexweş û jinên ku nû welidîne helwesta însanî hatiye nîşandan."

Erdogan diyar kir xebateke nû ji niha da dane destpêkirin ku hevsenga sûc û ceza ya di Qanûna Cezayê da cardin bê nirxandin.

Serokomar Erdogan got ku bi weşandina qanûnê va li gor guhertinên ku wê di dema înfazê da werin kirin va gelek mehkûm wê ji girtîgehan derkevin û wiha axivî: "Em pê beled in ku di rêya edaletê da, ku armanceke bênihayet a mirovahiyê ye, hê gelek karê me heye ku divê em bikin."

Erdogan destnîşan kir heger qanûn ji bona qebûlkirinê were wê demildest binirxînin û got ku em ê di Rojnameya Fermî da biweşînin ku bikeve rewacê.

Serokomar Erdogan got ku pêbaweriya dewlet û civakê bi van welatiyên me heye û ez bawer dikim ku wê vê pêbaweriyê pûç nekin.

Erdogan got ku ez bi taybetî li ser navê xwe û miletê xwe spasiya xwe pêşkêşî Birêz Serokê Giştî Bahçelî ku alîgirê Tifaqa Cumhur e, dikim.

Serokomar Erdogan destnîşan kir yek rastiyek e ku verastkirin dê bi rêjeyeke bilindtir bersivê bide daxwaza miletê me ya di warê teceliya edaletê da û wiha dewam kir: "Guherînên der barê mehkûman da ji hêla rêbazên înfazê û bicîanîna edaletê da ji bona rê li ber êşa di wijdanan da bê girtin hatine kirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE