Gül: Biryarên darazê nabin sedema îxtilafan, îxtîlafan çareser dikin

Wezîrê Dadê Abdulhamit Gül li ser medyaya civakî daxuyanî da.

Gül: Biryarên darazê nabin sedema îxtilafan, îxtîlafan çareser dikin

Gül: Biryarên darazê nabin sedema îxtilafan, îxtîlafan çareser dikin

Mehkemeya bilind, hikmê rêziknameya rakirina sondxwarina xwendekaran ku li dibistanan dihat xwendin betal kir. wezîrê dadê abdulhamit gül bertek nîşanî vê biryarê da û got dadgeha bilind nikare kontrola bicîbûnê bike. daraz nikare biryarên birêvebirinê binirxîne. di nav rayeyên wê yên makezagonî de ev tine.

Wezîrê Dadê Abdulhamit Gül li ser medyaya civakî daxuyanî da.

Gûl got divê biryarên darazê îxtilafan ji holê rake.

Divê hemû sazî li gorî makezagonê hereket bikin, û ji sînorên xwe derbas nebin.

Gûl got li gorî makezagonê Şûraya Dewletê nikarê kontrola bicîbûnê bike û di şûna îdareyê de biryarê bide.

Wezîrê Dadê Gûl destnîşan kir ku 8. Daîreya Şûraya Dewletê wek îdareyê kar kiriye û biryar daye. Ev biryara wê li ser sonda xwendekaran ji rayeyên wê dûr e.

wekî din wezareta perwerdeyê ragihand ku biryar ne teqez e û riya wê ya temyîzê heye.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 15:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE