Gurcistanê 100 ton alavên alîkariya mirovî ji Ukraynayê ra şand

"Barê alîkariya mirovî ji alavên alîkariya pêşîn, derman, oksîjena tîrkirî û alavên din ên alîkariyê dihewîne."

Gurcistanê 100 ton alavên alîkariya mirovî ji Ukraynayê ra şand

Hat ragihandin, bi biryara hikûmeta Gurcistanê, 100 ton alavên alîkariya mirovî ji Ukraynayê ra hat şandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriya Gurcistanê da hat diyarkirin, di çarçoveya biryara Serokwezîr Îraklî Garîbaşvîlî da 100 ton alavên alîkariya mirovî ji Ukraynayê ra hat şandin û alîkarî dê ji ser Polonyayê ra were radestkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Barê alîkariya mirovî ji alavên alîkariya pêşîn, derman, oksîjena tîrkirî û alavên din ên alîkariyê dihewîne. Her wiha di nava alavên alîkariyê da xwîn, têkelheviyên xwînê, berhemên transfuzyona xwînê û test jî hene."

Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin, welatiyên Gurcistanê jî dê ji sibehê pê va di nava xwe da alîkariyê kom bikin û ji Ukraynayê ra bişînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE