"Hê gelek karê me heye ku em ê bi mixtarên me yên nûnerên taxê ra bikin"

"Hê gelek karê me heye ku em ê bi mixtarên me yên nûnerên taxê ra bikin"

Serok Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku hê gelek kar hene ku ew ê bi mixtarên nûnerên taxan ra bikin û wiha got, "Karê me ew e ku em berheman li Tirkiyeyê zêde bikin, karê we jî ew e ku hûn xwedî li tax û gundê xwe derkevin."

Serok Erdogan vîdeo peyam ji bernameya "Roja Mixtaran" ra şand ku bi minasebeta "19ê Cotmehê Roja Mixtaran" bi destê Wezareta Karên Navxweyî hat lidarxistin.

Erdogan bal kişand, wekî Tirkiyeyê kêm welat saziya mixtariyê wiha çalak û berbelav cîbicî dike û wiha got, "Hê gelek karê me heye ku em ê bi mixtarên me yên nûnerên taxê ra bikin. Mixtarên me dest, çav, guh, deng û nefesa dewletê ya li ser şêniyên gund e. Karê me ew e ku em berheman li Tirkiyeyê zêde bikin, karê we jî ew e ku hûn xwedî li tax û gundê xwe derkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE