Hakan Atîlla hat Tirkiyeyê

Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê berê ku li Amerîkayê di doza mueyîdeyên dijî Îranê da sûcdar hatibû dîtin û ji girtîgeha tê da bû hat berdan, hat Tirkiyeyê.

Hakan Atîlla hat Tirkiyeyê

Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê berê ku li Amerîkayê di doza mueyîdeyên dijî Îranê da sûcdar hatibû dîtin û ji girtîgeha tê da bû hat berdan, hat Tirkiyeyê.

Balafira sefera TK 2yê ya Rêhewayên Tirkiyeyê ku Atîlla tê da bû û ji Balafirgeha New York JFKyê bi rê ket di saet 11.30yan da daket Balafirgeha Stenbolê.

Atîlla li Salona VIPyê ya Balafirgeha Stenbolê ji xeynî malbatê ji hêla Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Mehmet Cahît Turhan û rayedarên din va hat pêşwazîkirin.

- Di 27ê Adara 2017an da hatibû binçavkirin.

Mehmet Hakan Atîlla di 19ê Tîrmehê da ji girtîgehê hatibû berdan û ji bo kar û barên dersînorkirinê şandibûn navenda binçavkirinê ya York County Prîsonê. 

Atîlla di 27ê Adara 2017an da li Balafirgeha New York JFKyê hatibû binçavkirin û ji ber sûcdarkirina binpêkirina mueyîdeyên dijî Îranê wek bersûcê tekane yê dozê hatibû darizandin. Juriya dadgehê ji 6 sûcdarkirinê dijî Atîlla 5 sûcdarkirinan di cî da dîtibû û di îdiaya "pereyê dereqanûnî da" Atîlla sûcdar nehatibû dîtin. 

Hakan Atîlla di doza mueyîdeyên dijî Îranê da bi îdiaya ku sûcdar e 32 meh cezayê hepsê xwaribû. 

Karsaz Riza Sarrafê bi binpêkirina mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê dihat sûcdarkirin jî di 19ê Adara 2016an da hatibû girtin û Riza Sarraf demeke kurt piştî darizandinê sûcdarkirinên der barê xwe da qebûl kiribû û bi dozgeriyê ra hevkariyê kiribû.

Serokomar Erdogan bi têlefonê ji Hakan Atîlla ra got 'derbasî be'

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê berê ra got ku 'derbasî be.'

Li gor agahiyan Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê berê ra axivî ku li Amerîkayê di doza mueyîdeyên dijî Îranê da sûcdar hatibû dîtin û piştî ji girtîgehê derket, hat Tirkiyeyê.

Erdogan dema Atîlla hê li Balafirgeha Stenbolê bû têlefon kir û ji wî û malbata wî ra got ku 'derbasî be.' 

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 11:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE