"HDP yeksane PKK, yeksane YPG/PYD"

Erdogan: "HDP yeksane PKK, yeksane YPG/PYD. Ne hewcê vî alî wî alî ye. Rastî li meydanê ye. Jixwe serkirdeyên wan vê dibêjin."

"HDP yeksane PKK, yeksane YPG/PYD"

Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Digel Cenabê Pûtîn emê 14ê mehê li Soçiyê bicivin."

Serok Erdogan di weşana hevbeş a TRTê ya "Serokomar Taybet" de bersiva pirsên Serdar Karagoz û Sermin Baysal Atayê da.

Erdogan got, "Demokrasî li xwecihiyê dest pê dike. Heke tevgereke siyasî bêje ez têkoşîneke demokrasiyê didim, pêdivê pêşî di polîtikaya xwecihî de serkeftî be. Bê serketina di polîtikaya xwecihî de ya giştî mumkun nîn e. Ez di wê baweriyê de me ku pêdivê bi awayekî ber bi çav di şaredariyan de em çaksaziyê bikin. Mîmariyeke weke 50 qat, 60 qat, 70 qatî di eslê xwe de bi ruhê medeniyeta me jî re nagunce."

Serok Erdogan anî ziman ku dema min ÎBB sitend 2,5 milyar dolarî deyndar bû, lê belê dema wî dewr kiriye digel veberhênanên ku kirine, deynê wê maye milyarek û 250 milyon dolar.

Erdogan bal kişand ser Îzmîrê û wiha got, "Ê ku Îzmîr gihand avê em bûn, weke rêveberiya navendî."

"Beşdarên berxwedana 15 Tammûzê dengdêrên AK Partiyê û yê MHPê bûn"

Serok Erdogan anî ser berxwedana gel a 15ê temmûzê û destnîşan kir ku Beşdarên wê şevê dengdêrên AK Partiyê û yê MHPê bûn û derbarê îadeya serkirdeyê FETOyê de wiha axivî:

"Di encama xebatên FBIyê de dikarin îdî bihêlin biryarek jê biweşe. Gihane wê radeyê ku li welatê lê ne bikarin hikûmetê bixînin. Bi çi? pere, pere.. Soros bi çi tê yadkirin? Bi pereyên xwe, mêrik li welatan darbeyan dike."

Di bersiva 'Gelo FETO bi temamî hat paqijkirin?' de Serokomar Erdogan got, "Na. Hê operaysonê lazim gelek in. Di nava dewletê de, di nava saziyan de, di nava polîs û eskeriyê de li her derê hene. Ji ber vê asan nîn e. Vê adeta metastaz kiriye, hemî bunye dorpêç kiriye."

"HDP yeksane PKK, yeksane YPG/PYD"

Serok Erdogan derbarê HDPê de got, "HDP yeksane PKK, yeksane YPG/PYD. Ne hewcê vî alî wî alî ye. Rastî li meydanê ye. Jixwe serkirdeyên wan vê dibêjin. 

Erdogan ji bo HDPê herwiha got, "Vana di kongreyên xwe de jî ne alaya me daleqandine û ne jî Merşa me ya Îstiqlalê xwendine. Di çanda me de, komele, saziyên fermî û yên weke wan de, xwendina Merşa Îstiqlalê maz zillet e? Na rûmet e. Ew rûmet jî rûmeta kesê bi rûmet e. Ji xwe nayê fêhmê CHP çawa digel van e. Nexasim ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê çawa dikarin dige van bixebitin, şîroveya wê mumkun nîn e. Dibe ku bi şêweyekî azamî muşterekiya CHPê bi HDPê re çê bibe, lê belê ez îhtîmalê nadim ku ÎYÎ Partî û Saadet pê re bibin. Lê belê hesabên berjewendiyan ew anîne ba hev."

"Polîtikaya Tirkiyeyê ya bakurê Sûriyeyê, li ser bingeha yekpareyiya axa Sûriyeyê ye"

Serok Erdogan derbarê Munbicê û polîtikaya Sûriyeyê de wiha axivî:

"Polîtikaya Tirkiyeyê ya bakurê Sûriyeyê, li ser bingeha yekpareyiya axa Sûriyeyê û di vê xalê de yekîtiya wê ya siyasî ye. Wate em naxwazin gelê Sûriyeyê belav û perçe bibde. Em dibêjin meseleya Minbicê çi digel Rûsya û çi dewriyeyên xwe em çareser bikin. Nuha gaveke wisa hatiye avêtin. Rêxistinên terorê meyizandin ku nikarin, ji Efrînê derketin. Heke em serpêyan nesekinîba, me operasyonên wêderê qewîn nekiriba, hingî ew rêxistinên terorê dê ji wêderê xwe berdabana Deryaya Spî. Digel Sûriyeyê di asta binî de ev polîtikaya derveyî tê ajotin, rêxistinên sîxuriyê nikarin bêjin; serkirde çi bikin emê jî wê bikin."

Serok Erdogan anî ziman ku digel Cenabê Pûtîn ewê 14ê mehê li Soçiyê bicivin û got, "Heyeta me çûbû Rûsyayê, vegeriya. Îro him digel heyetê û him jî digel Wezîrê xwe yê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar em civiyan. Di civînan de em hîn bûn ku pêşhat erênî ne. Ez hêvî dikim ku digel vê pêşhata erênî ew rêxistinên li wêderê, terka wêderê bikin û xwediyên eslî yên wan deran li wêderê bi cih bibin. Ji Tirkiyeyê derdora 300 hezar Sûrî vegeriyan axa xwe. Dema ew der vala bûn dê xelkê wêderê vegerin axa xwe. Emê nuha plana wê deynin. Devera ku em jê re dibêjin herêma tampon, hûnê radestî Tirkiyeyê bikin. Hingî asayişa wêderê hemî tiştê wê emê dabîn bikin."

Erdogan destnîşan bal kişand ser vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê û got, "Emê her tim li cem wan bin. Gelê Sûriyeyê. Cenabê Trump soza wî heye ku got ji rojhilatê Feratê emê vekişin, vedikişin. Ez hêvî dikim vê di demeke kurt de çareser bikin. Çimkî em naxwazin di bin tehdîdan de bijîn. Ji ber vê dema me nîşaneya tehdîdêdît, ji xwe hemî amadekariyên me hene, çi lazim be emê bikin."

"Rêveberiya Siûdî derbarê Kaşikçî de mecbûre bersivê bide" 

Serok Erdogan anî ziman ku tomara dengî ya dema kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Erebistana Siûdî bi xwe guhdar kiriye û got, "Ez fam nakim Amerîka çima bê deng e. Failî vî karî yên pêşî hatin 15 kes û digel yên ku tertîp kirine 22 kes in. Rêveberiya Siûdî mecbûre bersiva vê bide. Dibe ku di nava wan 22 kesan de hinek miribin, ez wê jî bêjim. Me tiştin bihîstine, dibe hinek birin, dibe ku hinek bibin qurbanên qezaya trafîkê."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE