"HDPyê kurê min bir û da PKKyê, Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan a ku li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê didomînin.

"HDPyê kurê min bir û da PKKyê, Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan a ku li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina ji bo serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da da destpêkirin di roja 451emîn da dewam dike.

Dayik Solmaz Ogrunça ku ji bo kurê xwe Baranê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike got tekane daxwaza wê ew e ku bigihêje ewladê xwe.

Ogrunçê got "HDPyê kurê min bir û da PKKyê. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim." û bangî kurê xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

Ogrunçê bi bîr xist ku gelek malbat gihaştin zarokên xwe yên teslîm bûn û got ku li benda piştgiriya hemû dayikan in.

Mehmet Siddik Çîftçiyê ku ji bo birayê xwe Rahîm çalakiyê didomîne jî behs kir ji ber ku malbat digihêjin zarokên xwe yên teslîm dibin kêfxweş in.

Çîftçî diyar kir dixwazin ku birayê wî jî teslîm bibe û wiha axivî: "Heta birayê min neyê ez ê ji vir neçim. Berpirsyar HDP ye. HDPyê ew bir. Heke bixwazin dê paş va jî binîn lê HDP naxwaze, nayne. Ez ê heta mirinê li vir rûnim, neçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE