"HDPyê kurê min şand serê çiyê, ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Dayik Zumrut Salim: "Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. HDPyê kurê min şand serê çiyê, ez ji HDPyê dixwazim"

"HDPyê kurê min şand serê çiyê, ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 280emîn.

Zumrut Salima ku ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê seba Hemzeyê kurê xwe yê ku 6 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê, hatiye û beşdarî çalakiya rûniştinê bûye. Salimê daxuyanî da û diyar kir ku ew heta negihêjin ewladên xwe, wê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Salimê got ku ew seba kurê xwe nobeta ewladan didomîne û wiha dewam kir, "Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. HDPyê kurê min şand serê çiyê, ez ji HDPyê dixwazim. Kurê min heke tu min dibihîzî, were. Em li vê derê perîşan in. Bavê te û kekên te li benda te ne."

Salimê got ku wê bîra kurê xwe kiriye û wiha dewam kir, "Min tu ji bo rojên wiha mezin nekir. Te hafiztî dikir. Were teslîmî dewletê bibe. Ez li benda te me kurê min."

Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe yê Fatih Demir çalakiya rûniştinê dike jî got ku armanca wî ya tekane gihîştina kurê wî ye.

Demir qala êş û jana ku 5 sal e dikşîne kir û daxuyand ku ew weke malbat heta negihêjin zarokên xwe, wê çalakiyê bi dawî nekin.

Demir bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min kesî tu nîşanî min nekirî. Were teslîmî edaletê bibe. Ew der cihê te nîne."

Ji malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, Celal Begdaş jî seba Yusufê kurê xwe çalakiyê dike. Di hin malperên nûçeyan û platformên medyaya civakî da hat îdiakirin ku Begdaş di şaredariyê da hildane kar. Li ser van îdiayan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Begdaş diyar kir ku îdiayên ew hildane kar rast nîne, ew ê der heqê kesên ku ev yek îdia kiriye da dozê veke, tezmînata ku wê bistîne jî wê bide eqrebayên şehîd û xaziyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE