''HDPyê zarokên me xapandin''

Dayik Solmaz Ovunç: HDPyê zarokên me xapandin, dikeve hişê wan. Bira êdî dawî li vê yekê were"

''HDPyê zarokên me xapandin''

 Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 279emîn.

Solmaz Ovunç ji Wanê seba Baranê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Ovunçê got ku heta ew negihêjin ewladên xwe, wê çalakiya xwe bidomînin.

- "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Ovunçê diyar kir heta ku ew ewladê xwe hilnede, ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê veneqete û wiha axivî:

"279 roj e em li vê derê ne, 279 sal jî derbas bibe heta ez kurê xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Bira parlamenter (Parlamenterên HDPyê) werin vê derê ji me ra tiştekî bêjin. Heke piçekî tirsa wan ji Xwedê hebe, bira werin vê derê bi me ra biaxivin. Heke tirsa wan ji Xwedê hebe, wê werin vê derê bi me ra biaxivin, daxuyaniyê bidin me. Tirsa Xwedê bi wan ra tuneye."

Ovunçê got ku wê pir bîra kurê xwe kiriye û wiha dewam kir, "Neynik û goşt dikarin ji hev bibin? 5 sal e ka min çi nekişand, ez hesreta bêhna kurê xwe me. Baran kurê min te Qur'ana Pîroz dixwand, tu ji mizgeftê dernediketî. Çi bi te hat ku HDPyê tu xapandî? HDPyê zarokên me xapandin, dikeve hişê wan. Bira êdî dawî li vê yekê were."

- "40 sal e dilê milet dişewitînin"

Ji bavên ku di destê wan da wêneyên zarokên wan hene û bendewar in, Şadîn Elhaman jî got ku ew ji bo kurê xwe yê Bayram çalakiya rûniştinê dike.

Elhaman wiha axivî:

"Heke piçek wijdan bi HDPyê ra hebe, wê ev zarok nebirana çiyê. Em ji HDPyê hez nakin. Em PKKyê naxwazin. Zarokên me nebin. Heke hûn pir dixwazin, zarokên xwe bibin. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. 40 sal e dilê vî miletî dişewitînin. Xwedê heqê vî miletî ji wan ra nehêle."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE