''Hedefa me ew e ku heta dawiya sala 2023yan hejmara şaxên bên danîn derxin 7 milyarî''

''Hedefa me ew e ku heta dawiya sala 2023yan hejmara şaxên bên danîn derxin 7 milyarî''

 Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Hedefa me ew e ku heta dawiya sala 2023yan hejmara şaxên bên danîn derxin 7 milyarî û ji sê paran parekî welatê me tev daristan bin."

Erdogan li Beştepeyê di Merasima Şaxdanînê ya Roja Şaxdanînê ya Neteweyî da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got hedefa me ew e ku heta dawiya sala 2023yan hejmara şaxên bên danîn derxin 7 milyarî û ji sê paran parekî welatê me tev daristan bin.

Erdogan diyar kir axa xwe ya ku ji ber erozyonê ji dest didin heta 154 milyon tonî kêm kirine û wiha got, "Em êdî her sal axeke ku bi qasî girava Qibrîsê mezin e ji dest nadin."

Serok Erdogan destnîşan kir hedef ew e ku di salekê da li ciyên ku şewitîne cardin dar hêşîn bibin û got ku bi Kampanyaya Nefseke Ji Bona Pêşerojê beriya sal biqede em ê 252 milyon şaxî daynin.

Erdogan diyar kir ku wê kapasîteya xwe pêşva bibin û li hember bandorên guherîna demsalan teşkîlata xwe ya daristanê hê zexim bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE