"Hedefên qonaxa ewil hatin bidestxistin"

Ji Wezareta Parastina Neteweyî daxuyaniya Operasyona Pence Kilîtê

"Hedefên qonaxa ewil hatin bidestxistin"

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, di Operasyona Pence Kilîtê ya ku li gorî hatibû plankirin bi serkeftî dewam dike da li gorî encamên destpêkê 19 terorîst hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da der heqê Operasyona Pence Kilîtê ya ku duh bişev li bakurê Iraqê li dijî hedefên terorê hat destpêkirin da agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Hedefên qonaxa ewil hatin bidestxistin. Operasyon li gorî hatibû plankirin bi serkeftî dewam dike. Esker herêmê hildidin bin kontrola xwe. Fealiyetên lêgerîn-kontrolê didomin. Hemû stargeh, şikeft û qaşo baregehên terorîstan yek bi yek dê bên xirabkirin. Di operasyonê da li gorî encamên destpêkê 19 terorîst hatin berterefkirin. Di operasyonê da 4 eskerên me yên qehreman birîndar bûn. Midaxeleya tibî ya pêwîst tê kirin.

Terorîst divê fêm bikin ku ciyê revê tuneye, dawî nêzîk e û divê teslîmî edaletê bibin. Em bibiryar in ku miletê xwe yê esîl ji belaya terorê xilas bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE