"Heger Azerbeycan bixwaze pirsgirêkê li qadê çareser bike em ê li cem bin"

"Heger Azerbeycan bixwaze pirsgirêkê li qadê çareser bike em ê li cem bin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Me got heger Azerbeycan bixwaze li qadê (pirsgirêka dagirkeriya Ermeniyan) çareser bike em ê li cem Azerbeycanê bin."

Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbaycanê da got ku Ermenistan bi van êrîşên xwe dibêje 'ez guh nadim pergal û hiqûqa navneteweyî', divê berdêleke vê hebe.

Mevlut Çavuşoglu ji bona daxuyaniya Tirkiyeyê ya "Di kîjan warî da pêwîstiya Azerbeycanê hebe em amade ne" wiha axivî: "Me got heger Azerbeycan bixwaze li qadê (pirsgirêka dagirkeriya Ermeniyan) çareser bike em ê li cem Azerbeycanê bin."

Çavuşoglu destnîşan kir ku Azerbeycan li ser axa xwe têdikoşe û got li ku dera dinyayê dagirker û yê axa wê hatiye dagirkirin heman miemeleyê dibîne.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa der barê çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilatê Behra Sipî da pêşniyaza Tirkiyeyê ya konferanseke herêmî bê lidarxistin dubare kir.

Çavuşoglu ji bona serdana Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ya li Rêvebiriya Rûman ya Qibrîsa Başûr wiha got: "Divê Amerîka wekheviyê xera neke. Sînorkirî be jî rast nîne ku ambargoyê rakirin. Ev wekheviyê xera dike."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê daxuyaniyên Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê yên ji bona Ermenistanê da wiha axivî: "Ji ber axa Azerbeycanê fikarên wî tunene, lê hevkariya wî ya ji bona Ermenistanê tê wateya piştgiriya dagirkeriyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE