"Heger dema dane rejimê biqede Artêşa Türkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê Îdlibê da wiha got: "Hemû amadehî temam bûne. Heger dema ji bona rejim vekişe xeta xwe biqede Artêşa Türkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne."

"Heger dema dane rejimê biqede Artêşa Türkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê Îdlibê da wiha got: "Hemû amadehî temam bûne. Heger dema ji bona rejim vekişe xeta xwe biqede Artêşa Türkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne."

Çelik piştî civîna Serokomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û hin parlamenterên partiyê li navenda partiyê daxuyanî da rojnamevanan.

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir wê di navbera 3-4-5 Nîsanê da kampa xwe ya Kizilcahamamê çêbikin.

Çelik diyar kir geşedanên her roj li Îdlib û Sûriyeyê çêdibin careke din nîşan didin ku operasyona wan ya ji bo ewlehiya wan ya neteweyî û têkoşîna dijî terorê kirine çiqas hewce dike û wiha got: "Hemû amadehî temam bûne. Heger dema ji bona rejim vekişe xeta xwe biqede Artêşa Türkiyeyê wê wezîfeya xwe bi cî bîne."

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir biryardariya li Îdlibê biryardariyeke teqez, bê dudîlî û bê tawîz e.

Çelik destnîşan kir herekatên Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê û kûrahiya 30 kîlomêtroqere ji bona rêlibergitina dewleta terorê ya li ber sînorên me mecbûrî bû û got ku ev dewleta terorê hat belawelakirin û wiha dewam kir: "Rejim hema bi carekê li wir rewşekê çêbike û paşê bibêje 'Ez ji vir venakişim, ev ji bo ewlehiya min hewce dike' nabe, ev ji hêla Türkiyeyê va ne rewşeke wisa ye ku bê qebûlkirin. Divê Rûsya jî vê qebûl neke, ev dijî mitebaqata Soçiyê ye. Ji bo gav bê avêtin bêşik hevditîna Birêz Serokomarê me û Birêz Putîn girîng e."

Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bona hevdîtina Erdogan û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê da wiha got: "Herdu alî jî ji bo dîrokekê dixebitin. Lê helbet Türkiyeyê li vir sînorek xêz kiriye. Dema bê gotin 'di dawiya mehê da' divê di demeke nêz da ev hevdîtin çêbibe û paşê gavên ku wê bên avêtin bên eşkerekirin."

Çelik der barê gotina Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da wiha axivî: "Çavê we di axa Sûriyeyê da heye, bi awayekî eşkere hevokek e ku em ji berdevkên rejima Esed dibîhîzin. Em vê gotina ku ji berdevkên rejima Esed dibihîzin di polîtîkaya navxweyî ya Türkiyeyê da bi tenê ji Serokê Giştî yê CHPyê dibihîzin."

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE