"Heger di hin mijaran da ji bona gel xizmet neçûbe wê bên rojanekirin"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Pergala nû di rewacê da ye. Di navbera burokrasî û pergalê da mijarên ku li hev nekin hebin me tesbît kirine. Heger di hin mijaran da ji bona gel xizmet neçûbe wê bên rojanekirin."

"Heger di hin mijaran da ji bona gel xizmet neçûbe wê bên rojanekirin"

Berdevkê AK PartiOmer Çelik piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ya bi parlamenterên AK Partiyê ra daxuyanî da.

Çelik der barê Pergala Hikûmeta Serokomariyê da wiha got: "Pergala nû di rewacê da ye. Di navbera burokrasî û pergalê da mijarên ku li hev nekin hebin me tesbît kirine. Heger di hin mijaran da ji bona gel xizmet neçûbe wê bên rojanekirin. Wê ev hemû bên nirxandin. Mesele ew e ku demildest xizmetê bibin."

Omer Çelik diyar kir heger sala pergalê derbas bibe di hin mijarên burokratîk da kêmasî hebe wê midaxele bê kirin û wiha axivî: "Helbet wê ev xebat bên kirin û ev xebateke normal e. Birêz Serokê Giştî yê CHPyê dixwaze ji nirxandina performansê nîqaşa pergal û rejimê derxe."

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir wek dewleteke desthilatdar zeximkirina pergala parastinê ya esmanî hewcedariya ewlehiya neteweyî ye û heger Tirkiyeyê ev pergal kirîbe wê biemilîne.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tîrmeh 2019, 18:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE