"Heger Qudsa ku dara çinarê ya aştiyê ye biqelibe wê hemû dinya di binî da bimîne"

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî da axivî.

"Heger Qudsa ku dara çinarê ya aştiyê ye biqelibe wê hemû dinya di binî da bimîne"

Serokomarê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Çawa bi hezaran salan e wisa ye, îro jî mifteya aştiya dinyayê Quds e. Heger Qudsa ku dara çinarê ya aştiyê ye biqelibe wê hemû dinya di binî da bimîne."

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî da axivî.

Serokomar Erdogan der barê erdheja li Elazigê da got ku 7 jê di unîteya nexweşiyên giran da hê 48 xwîşk û birayên me tên dermankirin û erdhejzedeyên ku rewşa wan di xetereyê da bin jî tunene.

Erdogan diyar kir Turkiyeyê di vê erdhejê da di dîroka xwe da midaxeleya herî çalak û lezgîn kir û wiha axivî: "Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin çûn cihê xwe û me jî ji budçeya neteweyî gelek pere xerc kir û ew der bi ser xwe va anîn. Heta îro çavkaniyên ji bo amadehiyên erdhejê hatine kirin, hatine birêvebirin û piştî erdhejan hatin xerckirin ji bacên hatine berhevkirin 5 qat zêdetir in."

Serokomar Erdogan der heqê qaşo plana aştiyê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da destnîşan kir bi vê planê dixwazin axa Filistînê ku hatiye dagirkirin zeft bikin û wiha peyivî: "Em vê planê ku Qudsê bi tevahî dagir dike û di rastiyê da Filistînê ji holê radike heyî nahesibînin û teqez qebûl nakin."

Erdogan diyar kir çawa bi hezaran salan e wisa ye, îro jî mifteya aştiya dinyayê Quds e û got ku heger Qudsa ku dara çinarê ya aştiyê ye biqelibe wê hemû dinya di binî da bimîne.

Serokomar Erdogan destnîşan kir heger mehremiyeta Mescida Eqsayê neparêzin sibê nikarin rê li ber bigirin ku çavên xirab bizivirin ser Kebeyê û got ku loma jî Quds xeta me ya sor e û wiha dewam kir: "Dema ez li hal û tevgera welatên alema Îslamê dinihêrim dilê min bi halê me dişewite. Di serî da Erebistana Siûdî, dengê te dernakeve dengê te, wê çi çaxê derkeve?"

Erdogan balê kişand ser kiriyarên Îsraîlê û got ku dewleta hov ku li kuçeyan bi eşkereyî kesên mesûm dikuje tu wextê di çavên me da meqbûl nabe û wiha pê da çû: "Dema Quds terkî nav lepên bi xwîn ên Îsraîlê bê kirin ev wê bibe xerabiyeke mezin a li hemberî hemû mirovahiyê."

Serokomar Erdogan got ku ez ê parî bi şun da bi Mehmûd Ebas ra û peyra bi Îsmaîl Haniye ra biaxivim û em ê bi wan ra meseleyan (Qaşo plana aştiyê ya Trump) binirxînin.

Erdogan destnîşan kir her rûdaneke li Sûriyeyê ji bo Turkiyeyê mîna rûdaneke di nav sînorê wê da biqewime girîng e û krîtîk e û wiha axivî: "Ji dil û can em îstiqrara Sûriyeyê dixwazin. Ji bo vê bikaranîna hêza eskerî jî di nav da heke çi hewce bike em xwe paşve nadin."

Serokomar Erdogan diyar kir nikarin li hember rewşa li Îdlibê û herêmên din yên Sûriyeyê bêdeng bimînin û wê nemînin jî.

Erdogan destnîşan kir heqê tu kesî tuneye ku bi zorê Turkiyeyê ber bi nepikên rêxistina cudaxwaz va bibe û bixwaze bila ji zilma rejim dibe serî razî be û got ku em ê nehêlin ku rêxistina terorê ya cudakar li dereke Sûriyeyê ji bona herêma me çaleke bêdawî ya bêbextî û fitne û ficûrê veke.

Serokomar Erdogan diyar kir kesên di dewsa gel û hikûmeta meşrû ya Libyayê da li cem derbekarekî cî digirin beriya her tiştî bêbextiyê li demokrasiyê dikin û wiha got: "Ew kesên ji Sûdanê bigre heta Rûsyayê û çar aliyê dinyayê eskerên peretî di eniyên general da tevlî şer dikin û her cure çekê didin qet şerm jî nakin û radibin Turkiyeyê rexne dikin."

Erdogan diyar kir di mijara Libyayê da heqê tu kesî û bi taybetî jî ewên ku baronên şer ên destê wan bi xwîn e tuneye ku ji Turkiyeyê ra gotinekê bibêjin.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2020, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE