"Heger tu kontrol tunebin dawiya dijîtalîzekirinê derdikeve faşîzmê"

Serok Erdogan, "Heger tu kontrol tunebin, kêfî be û wekî qadeke dijî hiqûqê bê nirxandin dawiya dijîtalîzekirinê derdikeve faşîzmê."

"Heger tu kontrol tunebin dawiya dijîtalîzekirinê derdikeve faşîzmê"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger tu kontrol tunebin, kêfî be û wekî qadeke dijî hiqûqê bê nirxandin dawiya dijîtalîzekirinê derdikeve faşîzmê."

Erdogan bi peyama bi vîdeoyê beşdarî TRT World Forumê bû.

Serok Erdogan di peyama xwe da balê kişand ser dijîtalîzekirinê û wiha got: "Heger tu kontrol tunebin, kêfî be û wekî qadeke dijî hiqûqê bê nirxandin dawiya dijîtalîzekirinê derdikeve faşîzmê."

Erdogan diyar kir divê dijîtalîzekirin gava sînorê azadiyê berfireh dike rê li ber bêedaletî, neheqî û cudadîtinên nû veneke.

Serok Erdogan der barê medyaya civakî da destnîşan kir di bin navê azadiya bêsînor da bi temamî qadeke bêkontrol ava dikin û dibin sedema derketina mexdûriyetan û got ku navê pergaleke ku kesê xerabiyê dike û kesê sûc dike cezayê nabîne azadî nîne.

Erdogan diyar kir gavên ku dewlet ji bona walatiyên xwe biparêzin diavêjin wek midaxeleya dijî azadiyan tê nirxandin û dixwazin bêencam bihêlin.

Serok Erdogan got ku şirketên medyaya civakî heger bi dildarî alîkariyê nedin hewldanên me yên dilsoz Tirkiyeyê di her şertî da hiqûqa welatiyên xwe biparêze.

Erdogan diyar kir medyaya navneteweyî li hember bûyerên li Ewropayê xwe li kerr û laliyê datîne û got ku dorpêça Fransayê ya li ser medyayê rexne nekirin.

Serok Erdogan destnîşan kir bi rastî jî ciyê şermê ye ku şaxên medyayê berdevkiya neyartiya dijî Îslamê û dijberiya biyaniyan kirin û wiha axivî: "Heger rê li ber helwesta hovane ya di bin navê azadiya çapemeniyê da tê nîşandan negirin wê bi Ewropayê ra hemû mirovahî jî êşa wê bikişîne."

Erdogan di berdewamiyê da got di roja îroyîn da ku medyaya navneteweyî yekaheng dibe TRT World li hember neheqiyan dibe dengê edaletê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE