"Heger welatiyên me bilez neyên berdan encamên wê jî dê giran bin"

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay: - "Heger welatiyên me bilez neyên berdan, yên ku ev çalakî kirin dê bibin 'hedefa meşrû' û encamên wê jî dê giran bin"

"Heger welatiyên me bilez neyên berdan encamên wê jî dê giran bin"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got, "Komara Tirkiyeyê biryardar e ku ligel hemû dem û dezgehên xwe, li kudera dinyayê dibe bira bibe, ewlekarî û mafên welatiyên xwe biparêze." 

Oktay di daxuyaniya xwe ya li ser destgîrkirina welatiyên Tirk a li Libyayê da diyar kir ku der heqê welatiyên Tirk ku li Libyayê bi destê hêzên milîsên neqanûnî yên Xelîfe Hafter hatin destgîrkirin da ji kêliya ewil pê va di çarçoveya zanyarî û dîrektîfên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da bi destê Wezareta Karên Derva, Balyozxaneya Libyayê û hemû dezgehên din ên eleqedar hemû xebatên pêwîst bi awayekî hesas tên kirin.

Oktay di daxuyaniya xwe da bal kişand ku ligel welatiyên Tirk ên li Libyayê peywendî hat danîn û tenduristiya wan baş e û wiha dewam kir:

"Hemû dezgehên me yên têkildar bi îhtimam dixebitin da ku welatiyên me yên destgîrkirî bên berdan û pey ra bên Tirkiyeyê. Heger welatiyên me bilez neyên berdan, yên ku ev çalakî kirin dê bibin 'hedefa meşrû' û encamên wê jî dê giran bin. Komara Tirkiyeyê biryardar e ku ligel hemû dem û dezgehên xwe, li kudera dinyayê dibe bira bibe, ewlekarî û mafên welatiyên xwe biparêze." 

Dîroka nûkirinê: 01 Tîrmeh 2019, 10:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE