"Heger xebatên aşiya xwemalî temam bibin em dixwazin pêşkêşî hemû mirovahiyê bikin"

"Heger xebatên aşiya xwemalî temam bibin em dixwazin pêşkêşî hemû mirovahiyê bikin"

 Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger xebatên me yên ji bona aşiya xwemalî temam bibin em dixwazin bi şert û mercên maqûl pêşkêşî emilandina hemû mirovahiyê bikin."

Erdogan ji bona bernameya "Fînansmana Kovîd-19ê û Heyama Piştî Şewbê" ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi vîdeoyê peyam şand.

Serok Erdogan der barê aşiya Kovîd-19ê da diyar kir meseleya aşiyê di rewşeke xeternak da ye û got em dibînin ku li seranserê dinyayê nêzî 100 dewletan hê aşî bi dest nexistiye.

Erdogan di peyama xwe da got dewletên ku hema hema hemû nifûsê xwe aşî kirine hene, lê bi milyaran însanên ku hê qet aşî bi dest nexistine hene û ev ji bona mirovahiyê dibe sedema metirsiyê.

Serok Erdogan diyar kir eşkere ye ku heta bidestxistina aşiyê ya adil neyê parastin şewb naqede û bixwevehatina aboriyê çênabe.

Erdogan got ku heger xebatên me yên ji bona aşiya xwemalî temam bibin em dixwazin bi şert û mercên maqûl pêşkêşî emilandina hemû mirovahiyê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE