''Hejmara karmendên astengdar 10 qat zêde bû''

Serok Erdogan: "Miletê me ew ê bersiva herî baş bide muhterîsên bêkifayet yên fehm nakin ku ewlehiya welêt ji sînorên me dest pê nake ji sînor wê da dest pê dike."

''Hejmara karmendên astengdar 10 qat zêde bû''

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di merasima tayînkirina astengdar û ciwanên ji parastina dewletê îstifade dikin da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ku li welatê me hejmara karmendên astengdar li gor dema beriya me qederê 10 qat zêde bû û derket 56 hezar û 500 kesî.

Erdogan diyar kir ji bo çareserkirina tundiya li ser jinan û gelek pirsgirêkan dibê saziya malbatbûnê were hêzdarkirin û wiha got: "Ez bangî hemû darazê dikim, madeyên di rûpelên qanûnê da hatine nivîsîn nenihêrin, guh bidin wicdana xwe. Herî pêşî em ê derkevin hemberî kesên tundiya fizikî an derûnî tînin serê jinan, an wan dikujin."

Erdogan der barê cezayê dan kesê asît rijandibû ser Berfîn Ozekê da got ku teceliya edaletê di heq û hiqûqê da bigerin. Hiqûq û qanûn heman tişt nînin.

Serok Erdogan destnîşan kir bi zanetî rê li ber sembolên armanca wan ew e ku koka malbatê ji binî va bê qelandin, tê vekirin û tevgerên xwedî li malbatê derdikevin jî biçûk tên dîtin û got ku li hemberî vê talukeyê divê em bi hev ra têbikoşin.

Erdogan diyar kir dibê standardên xwegihandinê werin tesbîtkirin û got ku bi vê armancê bi ya min feydeya wê heye ku sala 2020î wekî 'sala xwegihandinê' îlan bikin.

Serok Erdogan got ku kesên dibêjin eskerên Türkiyeyê dişînin çolê û nav hezegê, ya rastî hişê wan bûye çol û dilê wan bûye hezeg û wiha dewam kir: "Türkiye wê li Iraqê, Sûriyeyê û Behra Spî heta dawiyê maf û berjewendiyên xwe biparêze."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE