AFADê daxuyand 9 hezar û 233 kon gihîştin herêmê û yên hewce dikin hatin danîn, hat tespîtkirin 76 avahî hilweşiyane, 642 avahiyan zirareke mezin dîtiye û 425 avahiyan jî kêm zirar dîtiye.
Di daxuyaniyê da hat gotin piştî erdhejê bi alîkariya AFADê 45 kes ji binê kavilan hatin derxistin, hejmara kesên mirin derkete 31an û 1547 kes jî hatin nexweşxaneyan.
Hat gotin li qadê 3 hezar û 433 xebatkarên lêgerîn û xilaskirinê dixebitin ku di nav wan da ji komên xwarin û xurekê, vejenê, ragihandinê û psîkocivakî 192 kes wezîfedar in.
AFADê destnîşan kir li herêmê 17 hezar xwarina gerê, 5 hezar taştê, 7 hezar şorbe, 13 hezar û 550 îskan çay, 6 hezar û 275 av, 6 hezar û 495 nan, 6 hezar û 286 qutî êmîş, 1251 betaniye, 1211 sobe, 23 kon û 286 cih û nîvîn hatin belavkirin.
AA