Serokatiya Rêvebirina Afat û Rewşa Acil (AFAD) û Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku hejmara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 55an.
Li gor daxuyaniya AFADê ji saet 09.35an pê va piştî erdhejê 850 erdhejên lerza wan biçûk in çêbûn ku lerza ji van 40 heban dora 4an da bû.
Li gorî agahiya Navenda Kordînasyona Afatê ya Tenduristiyê (SAKOM), yek jê ji ber xeniqandinê, 55 welatî di erdhejê da mirin, ji 896 birîndaran 682 kes hatin tabûrcîkirin û dermankirina 214 kesan jî dewam dike.
Hat gotin di 8 avahiyan da xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
AA