Hejmara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 85an

Hejmara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 85an

Serokatiya Birêvabirina Afat û Rewşa Bilez (AFAD) a Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku hejmara kesên di erdheja Îzmirê da jiyana xwe ji dest dan, derket 85an.

Di daxuyaniya AFADê da hat destnîşankirin, hejmara kesên di erdhejê da mirin 85, ya kesên birîndar jî 962 ye.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji birîndaran 743 jê piştî tedawiyê şandin malên wan, 220 jê tedawiya wan didome û her wiha li Îzmirê di 8 avahiyan da xebatên lêgerîn xilaskirinê didomin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat destnîşankirin ku 43 jê mezinahiya wê ji 4an zêdetir, 1120 lerzên dûmahîkê çêbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE