Hejmara kesên ku di şewata nexweşxaneya li Gaziantepê da mirin derket 12yan

Hejmara kesên ku di şewata nexweşxaneya li Gaziantepê da mirin derket 12yan

Nexweşeka li beşa nexweşiyên giran a vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO Gaziantepê da bû û ji ber cihaza oksîjenê şewat derket û ew wek birîndar rakiribûn nexweşxaneyeke din, wefat kir.

Li gor agahiyan Munevver Gulera ku di Nexweşxaneya Zanîngeha SANKOyê da ji ber şewata derketibû birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyeke din li hemberî hemû hewldanan wefat kir.

Bi mirina wê va hejmara kesên di vê bûyerê da mirin gihîşt 12yan.

- Bûyer

Li Gaziantepê di beşa nexweşiyên giran a Kovîd-19ê ya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKOyê da roja şemiyê di 19ê çileya pêşîn da ji ber cihaza oksîjenê şewat derketibû.

Di şewatê da 7 kes li wir, kesek jî di nexweşxaneya ku hat sewqkirin da miribûn. Ji 9 nexweşên birîndar bûbûn û sewqî nexweşxaneyên din hatin kirin jê 3 kes miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE