Serokatiya Rêveberiya Reşa Acîl Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 64an.
AFADê di daxuyaniya xwe ya saet 17.20 deqîqeyan de ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 62yan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 940 kes di erdhejê de birîndar bûne û 722 ji wan piştî dermankirinê hatine tabûrcîkirin herwiha dermankirina 218 kesan berdewam e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ky xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di 8 avahiyan de berdewam e û piştî erdhejê 43 ji wan zêdetir ji şîdeta 4 bi giştî 947 paşhej hatin tomarkirin.
AA