Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê li 3 bajarên mezin kêm bû

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê li 3 bajarên mezin kêm bû

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên di navbera 11-17ê çileya pêşîn da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya di 100 hezar kesî da li Stenbolê 244,15, li Enqereyê 144,10 û li Îzmirê jî bû 67,97.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nexşerêya hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên miqabilê nifûsê ya di 100 hezar kesî da parve kir.

Li gor vê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya di 100 hezar kesî da li Stenbolê 244,15, li Enqereyê 144,10 û li Îzmirê jî bû 67,97.

Koca got di navbera 11-17ê çileya pêşîn da hejmarên pêketiyên Kovîd-19ê li gor hefteyek berê di 9 bajaran da zêde bû ku ew Rîze, Isparta, Artvîn, Eskişehir, Trabzon, Kastamonu, Nevşehir, Ordu û Erzîncan e.

Li gor bajaran di navbera 11-17ê çileya pêşîn da her 100 hezar nifûsê da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ji zêde ber bi kêmbûnê va wiha ye:

"Çanakkale (456,84), (Kirklarelî 445,63), Ordu (386,26), Eskişehir (358,79), Tekîrdag (351,32), Bîlecik (331,94), Trabzon (326,15), Edirne (306,8), Osmaniye (294,04), Gîresun (278,57), Mersîn (276,07), Adana (263,87), Balikesîr (257,92), Kocaelî (256,6), Rîze (254,1) Tokat (253,4), Sînop (253,16), Bolu (252,54), Samsun (249,91), Îstanbul (244,15), Artvîn (241,89), Yalova (231,12), Denizlî (223,65), Hatay (223,4), Isparta (205,99), Burdur (204,8), Amasya (202,69), Çorum (198,82), Zonguldak (190,97), Sakarya (185,39), Kastamonu (181,47), Bursa (180,15), Duzce (173,88), Karabuk (167,07), Manîsa (158,35), Tuncelî (154,6), Ankara (144,1), Kutahya (143,23), Bartin (135,19), Gumuşhane (127,03), Kirşehir (117,68), Nevşehir (112,8), Çankiri (104,97), Uşak (101,78), Erzîncan (100,24), Nîgde (86,72), Kirikkale (78,94), Yozgat (69,67), Îzmir (67,97), Antalya (66,55), Karaman (63,55), Afyon (63,1), Kahramanmaraş (61,55), Aydin (59,07), Konya (59,02), Mugla (58,16), Sêwaz (53,78), Qeyserî (53,04), Aksaray (51,3), Kilis (48,32), Îdir (45,7), Erdexan (40,56), Elezîz (39,97), Adiyeman (29,25), Gazîentab (26,13), Erzirom (23,47), Diyarbekir (21,36), Bîngol (20,23), Qers (19,65), Sêrt (18,43), Meletî (16,13), Şanliurfa (13,76), Bayburt (13,43), Batman (12,74), Mêrdîn (10,18), Bidlîs (8,55), Agirî (7,47), Şirnex (6,69), Mûş (6,08), Hekarî (2,5), Wan (2,44)."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE