''Hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan''

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 931 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan.

''Hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan''

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 867 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 24 kesan jî ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 52 hezar 305 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 155 hezar û 3494an.

Di 24 saetên dawîn de 867 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 166 hezar û 422an.

Îro 24 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 609an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 931 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 612 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 261 in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE