Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Mêrdînê terorîstekî din jî teslîm bû û bi vî awayekî ji serê salê vir va hejmara terorîstên bi îqnakirinê teslîm bûn derket 123yan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di encama xebatên qanîkirinê yên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Mûşê û Wezareta Karên Navxweyî da mensûbekî din ê rêxistinê jî teslîm bû.
Mensûbê rêxistinê ku hat tesbîtkirin, sala 2014an beşdarî rêxistina terorê bûye, li Sûriyeyê fealiyet meşandiye, bi xebatên qanîkirinê ku malbata wî jî piştgirî dayê va li Mêrdînê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Bi vî awayî ji serê salê vir va hejmara terorîstên bi îqnakirinê teslîm bûn derket 123yan.
AA