"Heke em bi ser bikevin emê bi hev ra bi ser bikevin"

Serokomar Erdogan got di nav 16 salan da Tirkiye 3 qat pêşva çûye û wiha dewam kir: "Heke em bi ser bikevin emê bi hev ra bi ser bikevin, heke em têk biçin jî emê bi hev ra têk biçin.

"Heke em bi ser bikevin emê bi hev ra bi ser bikevin"

Serok Erdogan got di nav 16 salan da Tirkiye 3 qat pêşva çûye û wiha dewam kir: "Heke em bi ser bikevin emê bi hev ra bi ser bikevin, heke em têk biçin jî emê bi hev ra têk biçin. Di nav 16 salan da me Tirkiye 3 qat pêşva bir, heke di heyama li pêş me da jî em Tirkiyeyê 2 qat zêdetir pêşva bibin, emê bigîhîjin hedefên xwe yên 2023an. Ha wê demê emê bi hevra bigîhîjin asteke cuda. Ev Tirkiyeya nû wê demê înşallah wê ji bo her kesên li herêmê û dinyayê wê deriyên heyameke nû veke. Ez wisa bawer dikim gelê me yê ku heta niha safên xwe xurt girt di heyama li pêş me da jî wê bi heman hewlê nîşan bide." 

Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirinê ya Dibistana Sepana Perwerdeya Taybet a Gulseren Ozdemirê bû.

Erdogan di merasima vekirinê da axivî û behsa astengdara û xizmetên ji bo wan kir.

- "Ji bo astengdar di jiyanê da cih bigrin me gavên wek şoreşê avêtin"

Erdogan got ji bo astengdar di jiyanê da cih bigrin di nav 16 salan da gavên girîng hatine avêtin û wiha pê da çû: "Ji bo astengdar di jiyanê da cih bigrin di nav 16 salan da me gavên wek şoreşê avêtin. Îro li welatê me 513 hezar astengdar li mala xwe ji xizmetên lixwedîderketinê feydeyê dibînin. Li giştiyê welêt di 97 navendên xwedîkirin û rehabîlîtasyonê da xizmeta 7 hezar astengdaran tê kirin."

Serok Erdogan behsa muqatebûna astengdaran kir û wiha got: "Helbet her têkoşîn, her xîret girîng e, divê bê teqdîrkirin. Lê keda ji bo zarokên astengdar tê dayîn ji ber ku 24 saetan û hemû jiyanê dewam dike, ji ber vê zêdetir rêzê heq dike."

- "Niha li ber me hedefên me yên 2023an heye"

Der barê hedefên Tirkiyeyê da Erdogan wiha got: "Niha li ber me hedefên me yên 2023an heye. Ji bo ku me ji van hedefan ji dûr bixin her cure dafik hatin danîn. Li hember her tiştî me tu carî dev ji meşa xwe ya ji bo hedefên xwe berneda. Mîrata herî mezin a ku emê ji zarokên xwe ra bihêlin vîzyona 2053 û 2071an a ku emê li ser vê hedefê ava bikin e. Ew têkiliya xurt a di navbera dewlet û gelê me da heviya me ya herî mezin e ku em bi wê dikarin biewlehî dahatûyê binêrin."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE