"Heke hewce bike em ji bo welatê xwe canê xwe datînin meydanê"

Serokomar Erdogan der barê Tunêla Kizilcahamam-Çerkeşê da got ku ev proje guzergaha heyî 2,4 kîlomêtro kin dike û him ji zeman û him jî ji sotemeniyê salê qederê 7,5 milyon lire teserûfê dike.

"Heke hewce bike em ji bo welatê xwe canê xwe datînin meydanê"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Gava mesele were ser yekparebûna welatê me, yekîtiya gelê me û pêşeroja welatê me hewce bike em canê xwe datînin meydanê."

Erdogan ji Qesra Wehdeddîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirina Tunêla Kizilcahamam-Çerkeşê bû.

Serokomar Erdogan der barê Tunêla Kizilcahamam-Çerkeşê da got ku ev proje guzergaha heyî 2,4 kîlomêtro kin dike û him ji zeman û him jî ji sotemeniyê salê qederê 7,5 milyon lire teserûfê dike.

Erdogan destnîşan kir di 18 salên dawîn da li welatê xwe ji bejayê bigire heya rêhewayê û ji rêhesinê bigire heya behrê di hemû xetên gihandinê da seferberiyek dane destpêkirin.

Serokomar Erdogan got ku li gorî baweriya me ji rêyên ku em çêdikin tenê însan û bar derbas nabin, di heman demê da pêşeroja me jî derbas dibe û wiha axivî, "Ji kesên ku qelbên wan hatiye mohrkirin, çavên wan girtî, guhên wan girtî û zimanên wan lal ra meriv nikare behsa xizmet û berheman bike. Şikir ku gelê me baş dizane welatê me ji ku derê hatiye ku derê û bi têkoşîna ku em didin dixwazin Türkiyeyê bigihînin ku derê."

Erdogan diyar kir gava mesele were ser yekparebûna welat, yekîtiya gel û pêşeroja welat hewce bike em canê xwe jî datînin meydanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE