''Heke ji Xwedê ditirsin bila beriya eydê zarokên me bidin me''

Kamîle Kuçukdag: "Em canê xwe dikin qurbana zarokên xwe. Heke ji Xwedê ditirsin bila beriya eydê zarokên me bidin me"

''Heke ji Xwedê ditirsin bila beriya eydê zarokên me bidin me''

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin ket roja 253yemîn.

Kamîle Kuçukdag a ji Seyhana navçeya Edeneyê bo kurê xwe Engînê ku 5 sal berê hêj 15 salî hatibû revandin, beşdarî çalakiyê bû got ku zarokên xwe ji HDPê dixwazin û wiha pê da çû: "Ew di deriyên pişt da tên û diçin. Nikarin li rûyê me binêrin. Heta ku zarokên me neyên em ji vê derê naçin û dev ji çalakiya xwe bernadin."

Di axaftina xwe da Kuçukdagê destnîşan kir ku ew ji pêşiya vî deriyê ranabin û wiha domand: "Em canê xwe dikin qurbana zarokên xwe. Heke ji Xwedê ditirsin bila beriya eydê zarokên me bidin me."

Kuçukdagê got ku digel şewba Kovîd- 19ê ew di bin tewdîran da ji bo ewladên xwe sekna xwe didomînin û ji kurê xwe jî xwest ku bila teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe Fatih Demir di çalakiyê da bû jî ragihand ku ew ji bo domandina çalakiya xwe bi biryar in.

Demir destnîşan kir ku parlementerên HDPê di deriyê paşîn ê avahiyê da tên û diçin.

Di axaftina xwe da Demir got: "Ma siyaset ev e? Bi vî awayî tê kirin. Ji ser zarokan siyaset tê kirin? Bi vanan ra wîcdan tuneye merhemet tuneye ji xwe heke hebûya wiha nedikirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE