"Heke lazim bû emê Încirlikê jî Kurecikî jî bigirin"

Erdogan: "Heke lazim bû tevî hemî heyetên xwe emê rûnin, dibe ku em Încirlikê jî bigirin. Emê Kurecikî jî bigirin."

"Heke lazim bû emê Încirlikê jî Kurecikî jî bigirin"

Serok Recep Tayyip Erdogan got, "Heke lazim bû tevî hemî heyetên xwe emê rûnin, dibe ku em Încirlikê jî bigirin. Emê Kurecikî jî bigirin."

Erdogan di weşana hevpar a ATV-A Haberê de ya ku li Ofîsa Dolmabahçeyê ya SeroKkomariyê hat lidarxistin, bersiva pirsan da.

- "Heke daxwaza şandina eskeranji Libyayê bo me were emê inisiyatîfê hilgirin"

Serok Erdogan derbarê Mitabeqeta muxtirayê digel Libyayê dot, "Li vêderê tiştin hene ku peymana Sewrê lihev diqelibîne. Gavek wisa hat avêtin. Nuha jî peymana hevkariya di warê ewlehî û eskeriyê de ji meclisê re hat pêşkêşkirin. Ew jî pesendkirina meclisê dê bikeve rewacê. Di mijara şandina eskeran bo Libyayê de, heke daxwazeke wisa ji aliyê Libyayê were bo Tirkiyeyê, dê welatê me biryarê bide ka emê inisiyatîfeke çawa hilgirin."

Serok Erdogan: "Rojhilatê Deryaya Spî xwedî kanên hîdrokarbonê ye. Di serdemên dawîn de em hinek xeberên keşfê yên hinek şirketan dibihîzin. Dibe ku hinek şirketên hêzdar jî em bixin sefa xwe de."

- "Heke lazim bû tevî hemî heyetên xwe emê rûnin, dibe ku em Încirlikê jî bigirin"

Erdogan derbarê Biryara 'Ermenî'yê ya Senatoya DYAyê wiha axivî:

"Berî her tiştî encamên kamgirtinên di nava siyaseta navxweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, li dijî me ne. Em xemgînî dibînin ku hinek alî bi mebesta lawazkirina Trump pêşhatên derbarê welatê me suîstîmal dikin. Ev kirinên wan him li dijî ruhê mitefiqtiyê ne û him jî li dijî wê mitabeqeta ku derbarê Sûriyeyê 17ê cotmehê digel DYAyê hat îmzakirin e. Ti qîmeta wan biryarên ku we sitendin tune ye. Çimkî ev biryar bi giştî siyasî ne. Pêdivê DYA gavên wisa navêje ku zirarê bide têkiliyên me. Ev tişt ji bo me herdu aliya gelekî giring e. Heke lazim bû tevî hemî heyetên xwe emê rûnin, dibe ku em Încirlikê jî bigirin. Emê Kurecikî jî bigirin. Heke van tiştan bikin em jî wisa bê bertek namînin. Ez eşkere bêjim. Ma em nikarin behsa Çermsoran bikin? Dîroka Çermsoran şermezariya Amerîkayê ye."

- "Pênasekirina YPG/PYDê weke 'Kurd' li gorî min li hember Kurdan bêrêzî ye"

Serok Erdogan bal kişand ser Sûriyeyê û got, "Weke Tirkiyeyê derdê me neft nîn e, derdê me çawa pêkanîna aramiya welatiyên wê derê ne."

Erdogan anî ziman ku pênasekirina YPG/PYDê weke 'Kurd' li gorî wî li hember Kurdan bêrêzî ye û got, "Ne Amerîka ne jî Rûsya nekarîn YPG/PYDya rêxistina terorê ji wêderê derxînin. Soza ku ji me re dabûn ne wisa bû. Ji ber ku nekarîn derxin, îdî kar karê me ye. Em di wê fikrê de ne pêdivê micadeleya li dijî PKKê, weke ya li dijî DEAŞê biryarda û hevbeş be. Li Şingalê jî li cihên din jî, bila Mexmûr jî be, em van terorîstan li kuderê tesbît bikin, emê êrîşî wan bikin û heta PKK bi temamî were tesfiyekirin emê vê micadeleya xwe bidomînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE