"Heke misilman zekatên xwe bidin li welatên Îslamê feqîr namînin"

Serok Erdogan bêşdarî Konferansa Veberhênanê ya Qamû û Sektora Taybet a Payebilind a Teşkilata Hevkariya Îslamî bû.

"Heke misilman zekatên xwe bidin li welatên Îslamê feqîr namînin"

Serok Erdogan: "(Konferansa Veberhênanê ya Qamû û Sektora Taybet a Payebilind a Teşkilata Hevkariya Îslamî) Ji bo ku îstişare bigihîje merama xwe, ji xeynî samîmiyetê divê biryarên ku hatine sitandin werin tetbîqkirin û cîbicîkirin. Ji ber vê çendê jî gelekî girîng e ku em hemû bi hevra, xusûsên ku me li ser nîqaş kirin, xeber dan û biryar sitandin, tetbîq bikin."

"Ji sedî 21ê nifûsa Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê ango 350 milyon birayên me di şert û mercên feqîriya pir zêde da dijîn."

 "Me prosedura avakirinê ya Navenda Tehkîmê ya Stenbolê kuta kir. Înşeallah em ê îsal Navenda Tehkîmê têxin fealiyetê."

 "Ferqa di navbera dahata welatê Îslamê yê herî dewlemend da û ya di navbera welatê Îslamê yê herî feqîr da ji 200 qatî zêdetire. Heke misilman zekatên xwe bidin li welatên Îslamê feqîr namînin."

 "Di qada tûrîzmê da bi mazûvaniya 46 milyon mêvanî va em bûn welatê 6emîn ê herî zêde tûrîst hatinê. Em dixwazin ku îsal ji 50 milyonî zêdetir tûrîstan biezimînin."

 "Nîşane û bingehên makro yên aboriya Tirk pir qewî û bi selamet in."

"Li ku dera dinyayê dibe bira bibe wezîfeya me ya sereke ye ku em derdê birayên xwe ji xwe ra têxin derd."

"Ji bo ku veberhênanên rasterast ên li welatê me zêde bibin, çi ji destê me tê em li gorî derfetên xwe hemû piştgiriyên madî û menewî dikin."

"Di çarçoveya geşedanên herêmî da bi hin welatan ra rageşiyên me yên siyasî çêdibin. Ji bo ku ev rageşî zirarê nedin tevkariya me ya bazirganî em hesasiyeteke pir mezin nîşan didin." 

 "Ji bo mezinbûna aboriya welatên Îslamê û zêdekirina asta pêşketina wan, şertên madî û dîrokî yên pêwîst heta tu bêjî guncan in."

 "Ez ji we rica dikim ku bo Albaniyaya wek bira di demeke kurt da bikaribe birînên xwe bipêçe hûn bi hemû derfetên xwe piştevaniyê bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE