"Heke pêdivî çêbe bêguman em dikarin qursa Kurdî jî vekin"

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim: "Li vî welatî hedîseyeke mîna Dersimê heye. Ji bo hedîseya Dersim îqtidareke ku li ser navê dewletê lêborîn xwestiye, heye.

"Heke pêdivî çêbe bêguman em dikarin qursa Kurdî jî vekin"

Li Sûra navçeya Diyarbekirê li hewşa Mizgefta Fatîh Paşa (Mizgefta Kurşunluyê) ku terorîstên PKKyî agir berdanê xerab kirin, paşê hat restorekirin û piştî 4 salan cardin ji îbadetê ra hat vekirin, bername hat lidarxistin û TRT Xeber û TRT Kurdî bi hev ra weşan kirin. Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim beşdarî bernameyê bû û di bernameyê da pirsên li ser rojevê bersivandin.

Yildirim destnîşan kir ku dewlet wê li ber terorê çok venede û di vê mijarê da çi hewce dike, tê kirin.

Yildirim got, "Li hemû herêmê ev rêvebiriya xweser a eletewş hatin bidawîkirin. Ew kul derd kuta bû." û birîn demildest hatin pêçan.

Yildirim axaftina ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan di 2005an da li Diyarbekirê kir bi bîr xist û wiha got: "Li vî welatî hedîseyeke mîna Dersimê heye. Ji bo hedîseya Dersim îqtidareke ku li ser navê dewletê lêborîn xwestiye, heye. Digel vê yekê CHPyeke ku navê Dersimê nabêje û qala vê xeletiya eşkere ya ku kirine, nake û qebûl nake heye. Tişta ecêb ew e ku partiya dibêje ez Kurdan temsîl dikim bi CHPyê ra tifaqê çêdike."

Yildirim got ku ev nakokî ye, ji aliyê dîroka Kurdan va xeletiyek e û rewşeke nayê fêmkirinê ye.

Yildirim li ser pirsa "Hûn difikirin ku li Stenbolê qursa zimanê Kurdî vekin?" wiha got:

"Heke pêdiviyeke wiha çêbe bêguman em dikarin qursa Kurdî jî vekin. Bi temamî li gor xwestinê ye. Li wê derê xeta me ya sor ev e, zimanê dayikê jixwe serbest e. Gelek qursên Kurdî hene. Şaredarî jî dikare bi rehetî veke, pirsgirêk tuneye. Divê meriv li vê derê xetayeke wiha neke. Vekirina qursan, hînkirina Kurdî, nivîsandina pirtûkên Kurdî, li mehkemeyan xweparastin, xizmeta parêzertiya Kurdî, bi zimanê dayikê xweîfadekirin tiştekî din e, bi awayekî fermî teklîfkirina Kurdî tiştekî din e. Ne pêkan e ku em berevajiyê vê bifikirin. Lewra ev rê me vekiriye. Îqtidara ku li vê derê qedexeya ser nasname, nav, bîra herêmê rakir em in. Ji ber vê yekê karekî pir bêkêr e ku me bi van va test dikin û diceribînin."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE