"Heke yên xwîna gel dimijin hebin emê hesabê vê bipirsin"

Erdogan: "Heke yên ku di van marketan da xwîna gel dimijin, dixapînin hebin emê hesabê vê bipirsin, ev wezîfeya me ye."

"Heke yên xwîna gel dimijin hebin emê hesabê vê bipirsin"

Serok Erdogan diaxive:"Heke yên ku di van marketan da xwîna gel dimijin, dixapînin hebin emê hesabê vê bipirsin, ev wezîfeya me ye." 

"Rêjeya faîzê, enflasyonê qismekî kêm bûye, lê dîsa jî li marketê bihayê sebze û fêkiyan kêm nabe. Dibe ku sedema vê exlaqî be?"

 "Hin kes bi kiras û dirûvê 'şertên piyaseyê' va kêmfirsendiyê dikin ku ev yek merivan xemgîn dike."

YEyê, rayedarên Navenda Xebat û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê (SSRC) ku di emilandina çeka kîmyayî da rola wê heye û rayedarên Servîsa Îstixbarata Eskerî ya Ûris jî di navê da ji bo 9 kesan biryara sepandina astengkirinê da.

 "Yên ku li dijî welatê me êrîşeke pir piçûk jî bike, dê bi awayekî gelekî giran berdêla wê bidin. DEAŞ di serî da YPG, PYD hemû dê berdêla wê bidin. Ji ber wê yekê bira kes xwe jêhatî neke û me aciz neke."

 "Her tişt li holê ye, rêje li holê ne, hatina wan a ji hilberîneran li holê ye. Lê qet guherîneke biçûk jî, kêmbûnek jî çênabe. Hê 'ez çawa dikarim xwîna gelê xwe bimijim' wisa tê tevgerîn. Wezîfa min e ku ez bang bikim, di vê mijarê da bila her kes xwedî wîcdan û ya herî girîng jî xwedî exlaq be. Di vê mijarê da giliyên gelê me heye û em nikarin vê paşguh bikin. Heyamên wiha ne ji bo fersendê ne, ne ji bo zêdekirina kar e, heyamên wiha hinekî kêmkirina kar e, welêt û civakî li ser piyan rakirin e."

"Hin kes bi rêya siyasetê, hin kes li qadê bi çekê, hin kes jî li ser maseyê bi dîplomasiyê va dixwazin Tirkiyeyê di wê çarçoveya teng a di hişê xwe da asê bikin û ji bo vê yekê jî cansîperane şer dikin. Hal ew e ku êdî ew roj çûn. Bi gotineke din 'cin ji şûşeyê derket'."

 "Em nikarin destûrê ji herêma biewlehî ya ku li hemberî welatê me wê bibe avzêleke nû ra bidin."

 "Em ji dil û can dixwazin ku hevdîtinên me yên bi Amerîka, Rûsya û aliyên din ra bi hevtêgihîştinê va kuta bibin, lêbelê ev nayê wê wateyê em ê heta hetayê bisekinin û em ê li benda encamên wan amadekariyan bisekinin ku hemû li ber çavê me tên kirin. Wa ye em li ser sînor in, em bi hemû hêza xwe li wan deran in. Em ji nêzîk va geşedanan dişopînin. Heger sozên ku dane me bên girtin û pêvajo jî bidome, jixwe pirsgirêk tune. Heger na, jixwe me amadekariyên xwe bi piranî temam kirine, em ê dest pê bikin û di çarçoveya stratejiya xwe da gavên xwe bavêjin."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE