"Helwesta Yunanistanê ya dijî penaberan li ser xeta sînor nîşan didin kuştin e"

Erdogan: "(Helwesta Yunanistanê ya dijî penaberan) Divê bizanibin helwesta li ser xeta sînor nîşan didin kuştin e. Em ê hesabê van tiştan bipirsin."

"Helwesta Yunanistanê ya dijî penaberan li ser xeta sînor nîşan didin kuştin e"

Erdogan: "(Helwesta Yunanistanê ya dijî penaberan) Divê bizanibin helwesta li ser xeta sînor nîşan didin kuştin e. Em ê hesabê van tiştan bipirsin."

 "Serokên YEyê qebûl kirin ku Türkiye berpirsyariya xwe bi cî tîne û YE hêdî hereket dike."

 "Li Îdlibê me berdêlên mezin da, agirbest pêk anî û sivîl parastin. Di heyameke wiha da divê YE ya ku dikeve li ser milê wê bike."

 "Ez teklîfê Yunanistanê dikim ku bila deriyan veke. Ev însan li Yunanistanê namînin. Bila ew derbas bin herin welatên din ên Ewropayê."

 "Ji îşev pê da em ê benzînê 60 quriş û motorînê jî 55 quriş erzan bikin."

 "(Li Sûriyeyê) Agirbesteke berwext be jî baş diçe. 4 roj temam bûn. Hêviya min ew e ku wiha dewam bike û bibe agirbesteke mayînde."

 "(Dîmenên serdana li Rûsyayê) Têkiliyên Türkiye û Rûsyayê nabin qurbana manîpulasyonên medyatîk yên bi vî rengî."

"Li hemberî vîrusa koronayê me amadehiyên baş kirin. Tesîsên me yên tenduristiyê jixwe di vê mijarê da bêniqaş in."

 "(Vîrusa koronayê) Ev şewb vê gavê li 114 welatî heye û li Türkiyeyê tuneye, ev nîşan dide ku tevdîrên ku me hildane çiqasî di cî da ne."

 "(Merkel û Macron) Em ê roja sêşemê li Stenbolê bicivin. Heger Borîs Johnson jî were wê civîn çaralî be, neyê wê sêalî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE