"Hemd be îro li asîmanên Qerebaxê sitêrk û heyvok bi serfirazî li ba dibin"

"Hemd be îro li asîmanên Qerebaxê sitêrk û heyvok bi serfirazî li ba dibin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Piştî têkoşîneke dijwar ya 44 rojan dewam kir hemd be îro li asîmanên Qerebaxê sitêrk û heyvok bi serfirazî li ba dibin."

Erdogan beriya serdana xwe ya fermî ya ji bona Azerbaycanê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da rojnamevanan.

Serok Erdogan diyar kir piştî têkoşîneke dijwar ya 44 rojan dewam kir hemd be îro li asîmanên Qerebaxê sitêrk û heyvok bi serfirazî li ba dibin û wiha got: "Alîkariya me ya ji bona Azerbeycanê ji vir û pê da jî wê bidome. Di avakirina li axa ku hatibû dagirkirin da him di warê binesazî û him jî di warê xebatên li ser erdê da em ê li cem Azerbeycanê bin."

Erdogan li ser pirsa der barê namzediya Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da wiha got: "Heger Kiliçdaroglu bibe namzed û bi rastî jî fikreke wî yê wiha hebe ev ji bona partiya wî û welatê me jî di cî da ye."

Serok Erdogan ji bona Civîna Serokên Yekîtiya Ewropayê ya di 10-11ê Kanûnê da got biryareke mueyîdeyan ya dijî Tirkiyeyê zêde jî di xema Tirkiyeyê da nîne.

Erdogan ji bona pirsa der barê daxuyaniyên Kîrîakos Mîçotakîsê Serokwezîrê Yewnanistanê da wiha axivî: "Esas her gav ew ji maseyê direvin. Tu wextî li ser maseyê nesekinîn. Heger Yewnanistan wek cînar rast û durist tevbigere em ê jî li ser maseyê bin."

Serok Erdogan der heqê Amerîka yê da got em gav û gotinên wan yên der barê kirîna çekan da bi rastî jî di cî da nabînin.

Erdogan ji bona têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê got ku bira birêz Joe Bîden dest bi wezîfeyê bike, helbet peyra em ê rûnin û der barê hin tiştan da biaxivin.

Serok Erdogan ji bona îdiaya wê Selahattîn Demirtaş bê berdan wiha peyivî: "Bawer dikim ku daraza me wê îmkaneke wiha ji bona terorîstekî mîna Demirtaş amade neke. Failê Kobaniyê, Diyarbekir û Yasîn Boru ew e."

Erdogan got ku hedê min nîne ez midaxeleyî karê darazê bikim, lê ez ranabim û qaşo heqê Selahattîn Demirtaşê terorîst naparêzim.

Serok Erdogan der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî da diyar kir ji vir û pê da jî wê di rêya xwe da bimeşin û got ku heqên me yên li Rojhilatê Behra Sipî çi bin em ê van heqên xwe biparêzin.

Erdogan ji bona têkoşîna dijî FETOyê wiha axivî: "Şexsê ku niha reviyaye Îngilistanê, şexsê ku li Îngilistanê ye wê hesab bide. Çima firar e? Were û li welatê xwe bisekine, jixwe em jî têkoşîna vê didin û bi heman awayî em ê bidomînin."

Serok Erdogan li ser pirsa der barê hevdîtinên li ser miaşê herî kêm da got ku hêviya min ew e ku biryareke bi xêr û di cî da derkeve û em di rêya xwe da bimeşin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE