"Her cure cudakarî û cudaxwazî di binê lingê me da ye"

Serok Erdogan: "Em evîndarê her bajarê vî welatî ne. Her cure cudakarî û cudaxwazî di binê lingê me da ye."

"Her cure cudakarî û cudaxwazî di binê lingê me da ye"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Her cure cudakarî û cudaxwazî di binê lingê me da ye. Birayên min, ev welat ya me hemûyan e, ev ala ya me hemûyan e, ev ala ya me hemûyan e, ev dewlet ya me hemûyan e. Waye ji ber vê em çi dibêjin? Dibêjin yek milet."

Erdogan di mitînga li Meydana Adliyeyê ya Şirnexê bangî gel kir.

Erdogan silav da gelê Şirnexê û wiha axivî: "Şirnex ji wan bajarên me yên qedîm ya herî qedîm e. Bajarê Şirnex bajarê Hezretî Nuh e, Şirnex bajarê Mem û Zînê ye. Ev bajar yekbûnê, bihevrabûnê, dostanî û biratiyê hînê me dike. Stranên li ser vê axê tên gotin canê, cananiyê, dilsoziyê hînê me dikin. Em neviyên Alparslan û Selahaddîn in. Li Rojhilatê jî em in, li Rojavayê jî em in. Em evîndarê her bajarê vî welatî ne. Em bi hezkirinê girêdayî her koşe û her mirovê vî welatî ne."

- "Her cure cudakarî û cudaxwazî di binê lingê me da ye"

Erdogan got ew Şirnexê ji bajarên din cudatir nabînin û wiha axivî: "Her cure cudakarî û cudaxwazî di binê lingê me da ye. Birayên min, ev welat ya me hemûyan e, ev ala ya me hemûyan e, ev ala ya me hemûyan e, ev dewlet ya me hemûyan e. Waye ji ber vê em çi dibêjin? Dibêjin yek milet. Çima yek milet? Her kesê ku li vî welatî dijî Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Boşnak, Gurcî, Roman bêyî ku nijada wan bê nihêrin heman milet e. Fikrê me yê miletê ev e. Hûn baş dizanin, 'miletê Îbrahîm' yek milet bû."

- "Em destûrê nadin kes dest bide welatê me"

Serok Erdogan got ew her tim dibêjin yek ala, yek welat, lewra ji bo van şehîd hatine dayîn û wiha dewam kir: "Em destûrê nadin tu kes çav berde welatê me ya ku em wek namusê dibînin, em destûrê nadin kes dest bide mahrema me. Em çi dibêjin? Yek dewlet, dewleta me ya dawîn ji Komara Tirkiyeyê cudatir dewleta me tune."

Erdogan behsa hilbijartinên 31ê Adarê kir, ji Şirnexiyan piştgirî xwest û wiha pê da çû: "Şirnex qîmeta veberhênanê, hilberînê, îstihdamê jî baş dizane, ya êş, zilm, zext û çalakiyên çalan jî baş dizane. Êdî yek ewladekî Şirnexê jî, yê vî qwelatî jî tune ku bidin rêxistinên terorê."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE