"Her hewldana derbeyê pirsgirêka beqayê ye"

Erdogan li Erziromê li Meydana Îstasyonê di mitînga AK Partiyê da axivî.

"Her hewldana derbeyê pirsgirêka beqayê ye"

Serokomar Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di dîroka vî welatî de hewldana her derbeyek, her cuntayek, her wesayetekî, bîzatîhî, bixwe pirsa beqayê ye."

Erdogan li Erziromê li Meydana Îstasyonê di mitînga AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir di dîroka vî welatî da hewldana her derbeyek, her cuntayek, her wesayetekî, bîzatîhî, bixwe pirsa beqayê ye.

Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser derbeya postmodern ya 28ê Sibatê û wiha got: "Rûpela herî tarî ya deftera Tirkiyeyê ku tê da derbe, cûnte û wesayet hene, ji me ra nîşan dide ku divê em zêdetir xwedî li îstiqlal û pêşeroja xwe derkevin."

Serok Erdogan di xeberdana xwe da Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û wiha peyivî: "Bay Kemal, tu derbekarî, derbekar. Tu digel derbekaran î. Di rabirdûya we da jixwe ev heye. Hûn nikarin xwe pak derbixin. Zêhniyeta wanê ku Menderes û herdu hevalên wî darve kirin û ya we heman zêhniyet e."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE