"Her teşebisa ku dagirkeriya Îsraîlê meşrû dike îxanetê li emanetê Selahaddînê Eyyûbî dike"

Ji Serok Erdogan peyama :"Her teşebisa ku dagirkeriya Îsraîlê meşrû dike, planên îlhaqa Quds û axên Filistînê yên Îsraîlê pesend dike û mafên meşrû yên birayên me yên Filistînî tune dihesibîne, îxanetê li emanetê Selahaddînê Eyyûbî dike"

"Her teşebisa ku dagirkeriya Îsraîlê meşrû dike îxanetê li emanetê Selahaddînê Eyyûbî dike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Her teşebisa ku dagirkeriya Îsraîlê meşrû dike, planên îlhaqa Quds û axên Filistînê yên Îsraîlê pesend dike û mafên meşrû yên birayên me yên Filistînî tune dihesibîne, îxanetê li emanetê Selahaddînê Eyyûbî dike."

HUDA PARê Sempozyuma Selahaddîn Eyyûbî ya Navneteweyî li dar xist û Erdogan ji bo sempozyumê ji Serokê Giştî Îshak Saglam ra peyam şand û di peyamê da fatihê duyem ê Qudsê Selahaddîn Eyyûbî û eskerên wî yên qehreman bi rehmet bîr anî û wiha got: "Selahaddînê Eyyûbî fermandarekî mezin ê aşiqê Qudsê bû ku digot 'Wexta ku mala Xwedê di binê esaretê da be, Selahaddîn wê çawa di mala xwe da rakeve'."

Erdogan destnîşan kir, Selahaddînê Eyyûbî ku Şairê Sirûda Îstiqlalê Mehmet Akîf Ersoy weke "Siltanê Şerqê" pênase dike, ne tenê di dilê Misilmanan da, bi edalet, cesaret, merhemet û qehremaniya xwe va di nezera reqîbên xwe da jî timî cihekî wî yê cuda heye û wiha dewam kir:

"Emanetê herî mezin ê ku Selahaddînê Eyyûbî ji me ra hiştiye, Qudsa qibleya me ya duyem e ku ji dagirkeriya Xaçparêzan xelas kir û cardin azad kir. Xwedîlêderketina her misilmanî wezîfeya her Misilmanî ye. Her teşebisa ku dagirkeriya Îsraîlê meşrû dike, planên îlhaqa Quds û axên Filistînê yên Îsraîlê pesend dike û mafên meşrû yên birayên me yên Filistînî tune dihesibîne, îxanetê li emanetê Selahaddînê Eyyûbî dike.

Erdogan diyar kir, di heyameke ku hewildanên di çarçoveya gavên "normalîzebûnê" da zêde dibin da sempozyum li gor weyseta Selahaddînê Eyyûbî, seba saadeta ometê û paşeroja Qudsê bi xêr be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE