"Herekat bi hesasî hat plankirin û bi serkeftî hat kirin''

Wezîr Akar daxuyand bi operasyona "Qertelê Zivistanê" va terorîstan hêza Artêşa Tirkiyeyê careke din dît.

"Herekat bi hesasî hat plankirin û bi serkeftî hat kirin''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand bi operasyona "Qertelê Zivistanê" va terorîstan hêza Artêşa Tirkiyeyê careke din dît.

Akar hat Baregeha Fermandariya Hêzên Esmanî û li wir ji hêla Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz va hat pêşwazîkirin.

Wezîr Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Behrê Oramiral Adnan Ozbal va çû Navenda Herekatê.

Serokê Kurmay ê Fermandariya Hêzên Esmanî Îsmaîl Guneykaya li navendê der barê herekatê da agahî da Akar.

Ji ber ku cihên terorê yên li Dêrik, Şengal û Qaracaxê yên ji hêla terorîstan va wek baregeh tên bikaranîn bi herekata "Qertelê Zivistanê" hatin hilweşandin Akar bangî personelan kir.

Akar anî ziman ku armanca wan parastina welatiyan û sînorên Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Herekat bi hesasî hat plankirin û bi serkeftî hat kirin. Me bi operasyona Herekata Qertelê ya Zivistanê sitargeh, baregeh û şikeftên terorîstan di ser wan da anîn xwarê. Di rêxistina terorê da têkçûn zêde bû. Qaşo serokên wan ev yeka fêm kir, em hêvî dikin yên di bin emrê wan da ne jî vê yekê bibînin û teslîmî edaletê bin.

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand li dijî cihên terorê yên li Dêrik, Şengal û Qaracaxê yên ji hêla terorîstan va wek baregeh tên bikaranîn bi navê "Qertelê Zivistanê" herekata esmanî hat kirin.

Li gor daxuyaniya Wezaretê ji bo endamên PKK/KCK/YPGyê û rêxistinên din ên terorê bên berterefkirin, ewlehiya sînor bê parastin û rê li ber êrîşên terorê yên ji bakurê Iraq û Sûriyeyê tên kirin bê girtin hereketa esmanî hat kirin.

Hat daxuyandin li gor mafên madeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî dijî cihên terorê yên li bakurê Iraq û Sûriyeyê li Dêrik, Şengal û Qaracaxa ji hêla terorîstan va wek baregeh tên bikaranîn bi navê "Qertelê Zivistanê" herekata esmanî hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo welat, gel û ewlehiya sînor bê parastin, baregeh û sitargehên terorîstan bên hilweşandin hereketa Qertelê Zivistanê hat kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di plan û kirina herekatê da can û malê sivîlan hat parastin û ji bo ewlehiya hawîrdor jî hesas hat tevgerîn. Balafirên me yên ku gelemeperî muhîmatên xwemalî û neteweyî bi kar anîn bi ewlehî vegeriyan baregehên xwe."

Hat destnîşankirin heta terorîstê dawîn jî bê berterefkirin têkoşîna dijî terorê wê dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE