"Herekata Kaniya Aştiyê bi serfirazî dewam dike"

Serok Erdogan: "Amerîkayê ji me ra got ku agirbestê îlan bikin û em jî ji bo gotûbêjê navbeynkariyê bikin. Me jî ji wan ra got em bi rêxistina terorê ra nayên ser heman maseyê."

"Herekata Kaniya Aştiyê bi serfirazî dewam dike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo Herekata Kaniya Aştiyê diyar kir ku Amerîkayê ji wan ra got: "Hûn agirbestê îlan bikin û em jî ji bo gotûbêjê navbeynkariyê bikin." lê Tirkiyeyê jî ji Amerîkayê ra got: "Me jî ji wan ra got ku em bi rêxistina terorê ra nayên ser heman maseyê."

Li gor daxuyaniya ku Serokatiya Ragihandinê weşand Serokomar Erdogan dema ji Azerbeycanê vegeriya welêt di balafirê da daxuyanî da rojnamegeran û Herekata Kaniya Aştiyê nirxand.

- "Herekata Kaniya Aştiyê bi awayê hatibû plankirin bi serfirazî dewam dike"

Di nirxandina xwe ya ji bo Herekata Kaniya Aştiyê da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku herekat awayê hatiye plankirin didome û wiha pê da çû: "Herekata Kaniya Aştiyê awayê plankirî bi serkeftî dewam dike. Di roja 4an da Resuleyn, di roja 5an da Til Ebyad ji terorîstan hat rizgarkirin. Niha em heta 32 kîlometre çûne û rêya M4ê jî hildaye bin kontrola xwe."

Di dema herekatê da Serokomar Erdogan ragihand ku ji bo sivîl zirarê nebînin Artêşa Tirkiyeyê heya ji dest tê bi tewdîr tevdigere û wiha domand: "Aliyê din dilkevire. Ji ber ku nêzî 700 topên hewanê avêtin alî me gelek sivîl can dan. Di nav van da Mihemed Omarê 9 mehî ku ji Sûriyeyê bû jî heye. Tevlî wî 18 sivîl û 3 eskerên me şehîd ketin. Me bersiva wan da lê em di mijara sivîlan da pir hesasin. Me vê yekê di dema Operasyona Çiqlê Zeytûnê û Herekata Mertalê Feratê da raxist pêş çavan. Lê wan tu carî qala vê nekirin. Niha jî dixwazin zextê li ser me zêde bikin. Em herekata xwe bi tevahî li dijî rêxistina terorê ya hemberî me birêva dibin û em ê bibin jî."

- "Heta ku bigihîje armanca xwe wê herekat dewam bike"

Serok Erdogan destnîşan kir ku armanca Herekata Kaniya Aştiyê diyare û wiha pê da çû: "Armanca herekatê diyare, em ê hemû sînorên xwe ji terorê paqij bikin û ji bo penaber awayekî ewle vegerin malên xwe hewl didin. Ew jî li gor kêfa wan e. Herekat heta ku bigihîje armanca xwe wê dewam bike. Ew îdiyaên ku dibêjin herekat li dijî Kurd û sivîlan tê kirin, wê zirarê bide têkoşîna dijî DEAŞê, bibe sedema qeyrana mirovahî û bêîstiqrariyê ji binî derew in û ew ji bo parastina rêxistina terorê vê dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE