Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir

Serok Erdogan: "Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir."

Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan ragihand Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bona Herekata Kaniya Aştiyê daxuyanî da.

Serok Erdogan di parvekirina xwe da wiha got: "Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir. Armanca me ew e li sînorên me yên başûr korîdora terorê ya tê avakirin xera bikin û hizûr û aştiyê li herêmê pêk bînin. Bi Herekata Kaniya Aştiyê em ê gefên terorê yên li dijî welatê xwe berteref bikin. Bi saya herêma ewle ku em ê ava bikin penaberên Sûriyeyî wê vegerin welatên xwe. Em ê yekîtiya erdê Sûriyeyê biparêzin û hemû gelên herêmê ji nav lepên terorê xilas bikin. Ez çavê hemû eskerên me yên ku di Herekata Kaniya Aştiyê da cih digirin maç dikim û ji wan û hêmanên hêzên herêmî ra serfiraziyê dixwazim. Xwedê dost û alîkarê me be."

Peyama Serok Erdogan bi Îngilizî û Erebî jî hat parvekirin.

Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin li navçeya Ceylanpinarê dengê obusan tê bihîstin.

Bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê hat dîtin ku ji hin herêmên Resuleyna hemberî navçeya Ceylanpinarê dûman bilind dibe.

Li navçeya Ceylanpinarê dengê obusan tê bihîstin û tê dîtin ku balafirên şer li sînorê Sûriyeyê difirin.

Di vê navberê da Şaredariya Ceylanpinarê jî hişyarî da û xwest ku welatî di malên xwe da bimînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE