"Herekata Kaniya Aştiyê gelek lîstik di heman demê da xira kirin"

Kalin dema civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dihat lidarxistin berdewam bû, daxuyanî dan û bersiva pirsên rojnamevanan da.

"Herekata Kaniya Aştiyê gelek lîstik di heman demê da xira kirin"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihand ku "Herekata Kaniya Aştiyê gelek lîstik di heman demê da xira kirin."

Kalin dema civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dihat lidarxistin berdewam bû, daxuyanî dan û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Berdevk Kalin derbarê Herekata Kaniya Aştiyê de wiha got, "Di heyameke ku li dinyayê denge ji nû va tên avakirin da Tirkiyeyê berjewendiyên xwe yên neteweyî esas girtin û ev hemle kir dibe ku vê yekê hin kesan heyîrandibe. Yên hewl didin ku Herekata Kaniya Aştiyê reş bikin, ji ber ku piyonên wan ên li Sûriyeyê kozikên xwe winda dikin di rewşeke bihêrs û komîk da ne."
"Mafê me yê herî tebiî ye ku em bipirsin ka kê çima DEAŞî berdan"

Kalin got, "Mafê me yê herî tebiî ye ku em ji wan kesên ku di mijara Herekata Kaniya Aştiyê da rexne li Tirkiyeyê digirin, bipirsin ka kê çima DEAŞî berdan. Bi tu awayî tiştekî bê qebûlkirin nîne ku vê rêxistina terorê ya ku hinekan xwedî kir, çendî sal in derûdor îstila kir û xwîna hezaran mirovî rijand bixin ser sitûyê Tirkiyeyê."

"Yê ku pêkhateya demografîk têk dide YPG/PYD bi xwe ye"

Kalin anî ziman yên ku pêkhateya demografîk li Sûriyeyê têk dide, ne Tirkiye ye, ne jî Herekata Kaniya Aşitiyê ye û got, "Yê ku pêkhateya demografîk têk dide YPG/PYD bi xwe ye. Ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê û hevsengiya yekîtiya siyasî û civakî, dema wê yekê hatiye ku serweriya PYD/YPG bê bi dawîkirin."

Berdevk Kalin derbarê pêşhatên li Minbicê anî ziman ku li wêderê qulibandina alaya Amrîkayê bi ya Rûsyayê û derbasbûna PYD/YPGê ber bi kontrola hêzeke din ve nayê qebûlkirin û herwiha destnîşan kir ku PYD/YPG heta îro di bin hîmayeya Amerîkayê de, di bin alaya Amerîkayê de ew der talan kirine û wiha pê de çû:

"Dê îdî ew rêxistinên wisa ku li wêderê serwerî îlan kirine, wê rehetiyê nebînin. Tirkiye di vê mijarê de gelekî biryardar e. Heta ku Herekata Kaniya Aştiyê bigihêje armancên xwe dê bênavber bidome."

"Li ser navê parastina Xrîstiyanan bergiriya rêxistineke Marksîst, Lenînîst dikin"

Kalin got, "Bergiriya wê cemawere Evanjelîk a li Amerîkayê ji bo PYD/YPGê, yek ji îroniya herî mezin a dîroka sîyasî ye. Evanjelîstên li Teksasê li Utahê bergiriya rêxistineke terorê ya Marksîst, Lenînîst ku li Sûriyeyê cudaxwaz e dikin û di heman demê de bi îdiaya ku li ser navê parastina Xrîstiyanan dikin, birastî îşaretî rewşeke ecêb dike."

"Bi awayekî fermî bi rejima Esed ra pêwendiyekî me tune"

Berdevkê Serokomariyê Kalin di bersiva pirsa "ka gelo di navbera rejima Sûriyeyê û Tirkiyeyê de hevdîtin û peywendî heye yan na" de, got, "Bi awayekî fermî bi rejima Esed ra têkilî û pêwendiyekî me tune. Dema em bixwazin peyamekê bi wan rabigihîni, bi taybet di warê parastina asayişa eskerên me de, bi piranî em bi wasiteya Rûsî û Îraniyan dikin. Ji ber vê heta nuha trafîkeke peywendiyê mijara behsê nîn e."

Kalin derbarê serdana Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence bo Tirkiyeyê got, "Serokomar Erdogan dema ku gotibê ez hevdîtinê nakim, qesda wî heyeta Amerîkî bûye, lê weke Pence hatibû fêmkirin. Jixwe Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun daxuyaniya derbarê mijarê de dabû. Ji ber vê, tê plankirin ku Cenabê Serokomarê me sibê Alîkarê Serokê Amerîkayê qebûl bike. Niha guherînek nayê pêşdîtin."

 "Em mazûvantiya nêzî 4 milyon penaberên Sûriyeyî dikin"

Kalin derbarê penaberên Sûriyeyê de wiha axivî:

"Em ji aliyekî va mazûvantiya nêzî 4 milyon penaberên Sûriyeyî dikin ji aliyê din va jî li aliyê Sûriyeyê alîkariya nêzî 3 milyon Sûriyeyî dikin. Ango nêzî 7 milyon Sûriyeyî di bin parastina Tirkiyeyê da ye. Ev rastî kêmzêde ji sêyan yekê nifûsa Sûriyeyê tê. Gelo welatekî din a ku dikare vê bike heye?"

Mueyideyên muhtemel

Berdevk Kalin di bersiva pirsa 'dibêjin dê li dijî biryara mueyideyên muhtemel Baregeha Încirlikê bê girtin' de wiha got, "Nuha ji bo guherîna statuya Baregeha Încirlikê ti guherînek nayê pêşbînîkirin. Lê emê bi mislê wê bersivê bidin. Heke xebateke wan hebe, helbet dê Komara Tirkiyeyê vê bê bersiv nehêle."AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE