Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar:"Herekata Mertalê Biharê ya piştî êrîşa li Îdlibê ya di 27ê Sibatê da hatibû destpêkirin, bi serkeftî dewam dike."
Akar: "Heta nıha ÎHAyek, 8 firoke, 103 tank, 72 top/obus/ÇNRA, 3 pergalên parastina esmanî û 2 hezar û 212 eskerên rejimê hatin berterefkirin.
(Îdlib) Li hemberî êrîşên dijî mewzî û çavdêrîgehên me heqê me yê parastina meşrû wê hebe, bila şika kesî tunebe.
(Li Îblibê) Di çarçoveya midafaya meşrû da hedefa me tenê esker û unsûrên Rejimê ne yên ku êrîşî yekîneyên me kirin e.
Hêviya me ji Rûsyayê ew e ku êrîşên rejimê bide rawestandin û ji bo ew ber bi sînorê mitebeqata Soçiyê vekişe tesîrê li ser wê bike."
AA