Kelekel û germa li Entab û Urfayê êdî welatiyan bêzar dike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê hilda li seranserê welêt kelekel û germeke zêde heye û ev li Entab û Urfayê jî hê zêde ye.
Li Entabê germahî 38 pile ye, lê ji ber wexma heyî termometreyên wesaît û yên li derdorê germê weke 41 pile nîşan didin.
Li bajêr welatiyên ji germê bêzar dibin xwe diavêjin ber siyê û li park, hewş û baxçeyan xwe hênik dikin.
- Li Urfayê germahî 41 pile ye
Li Urfayê jî germahî 41 pile ye û welatî xwe diavêjin park, hewşa Balixgolê û ciyên hêşîn.
Li bajêr zarok li binê ava hewzan û di cihên avê da xwe hênik dikin.
AA