"hesabê dikin ku heman qeyran li ser axa me jî çêbibe"

Serok Erdogan di komcivîna AK Partiyê da axivî...

"hesabê dikin ku heman qeyran li ser axa me jî çêbibe"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna TBMMyê ya AK Partiyê da axivî.

Erdogan got ew ji bo hilbijartina herêmî bilez xebatên xwe dikin.

 "Emê heqê xwe û birayên xwe yên Sûriyeyî heta dawiyê biparêzin"

Erdogan helbesta Mehmet Akîf Ersoy ya bi navê "Ez nikarim ji bo zilmê çepikan bixim" xwend, behsa meseleya Sûriyeyê kir û wiha axivî: "Emê ji bo zilmê çepikan nedin. Emê xwedî li dahatûya xwe derkevin. Helbet em vê rastiyê jî baş dizanin. Yên ku Sûriyeyê kirin gola xwîn û rondikan û li herêmê cirtikan davêjin dixwazin Tirkiye dest û piyê wê girêdayî bisekine û hesabê dikin ku heman qeyran li ser axa me jî çêbibe. Me fersendeke wiha neda tu kesî û emê nedin jî. Emê heqê xwe û birayên xwe yên Sûriyeyî heta dawiyê biparêzin."

 "Ez bangî birayên me yên Kurd dikim; nexapin" 

Serok Erdogan anî ziman Tirkiye ne ji bo Tirkan tenê ji bo hemû gelan welatê hevpar e û wiha got: "Tirkiye ji bo hemû welatiyên di nav sînorê xwe da, hemû birayên li dervayî sînorên xwe ne hamî ye, ev bi xwe welatê wan e. Tirkiye, dewleta birayên me yên Kurd e jî. Ez bangî birayên me yên Kurd dikim; nexapin." 

"Herêma biewlehî ya li ser sînorê Sûriyeyê wê rê li ber koçê bigre"

Erdogan der barê herêma biewlehî ya li ser sînorê Sûriyeyê wê bê çêkirin da jî wiha got: "Em wek TOKÎ dikarin vî karî bikin. Amerîka di serî da hêzên koalîsyonê heke ji hêla lojîstikê va piştgiriya aboriyê bidin me, bi şerta ku em ewlehiya mirovan biparêzin, em dikarin vê herêma biewlehî mijarê çareser bikin. Evê rê li ber koçê jî bigre."

Der barê hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vîladîmîr Putîn ra jî Erdogan wiha got: "Îxtimaleke mezin ezê di 23yê mehê da bi Putîn ra rû bi rû hevdîtinekê bikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE